Daxuyanî

Peyama Spasiyê Ji Bo Lûtkeya Piştewaniya Sahrawî  Re

Tekoşîna mafdar ya gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê li tevahî cîhanê deng veda. Îro jî gelek rêxistinên jinan  Şoreşa Jin a Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo xwe çavkaniya îlhamê dibînin û wek ezmûneke  ku sûd jê digirin. Bi taybet jinên azadîxwaz û tevgerên azadîxwaz herdem bi dilekî germ xwedî li berxwedaniya gelê me û şervanên azadiyê yên YPJ,QSD û YPG derdikevin. Em jî weke Yekîneyên Parastina Jin bi minetdariyeke mezin kes, tevger û saziyên ku tekoşîna me ye azadiyê re piştevanî didin, silav dikin.

Ji bo cîhaneke aram û bi ewle em di wê baweriyê de ne ku hemû tevgerên azadîxwaz berpirsiyartiyên xwe pêk bînin, ji ber ev yek erkekî exlaqî û miroviye. Helbette ji bo aramiya tevahî cîhanê risteke diyarker dikeve ser milê jinên aktîvîst û şoreşger. Em weke YPJ, 13 salan zêdetire bi rista parastina jinan û civaka xwe radibin, şervanên me di oxira vê armancê de bi ruhekî fedayane şer dikin û tekoşîna xwe bilind dikin. Ev sekna şervanên YPJ’ê  îro ji bo tevahî cîhanê bûye profîla qehremanî û wêrekiya jinan.

Di Lûtkeya Piştevaniya Sahrawî  ya li başûrê Cezayirê hate lidarxistin de, peyamên ku hatine dayîn gelek girîng û bi nirx in. Em ji dil û can li ser navê tevahî şervanên ku îro di eniyên rumetê de li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin,  hemû beşdarvanên lûtkeyê û bi taybet jî Eniya  Polisario ya ku li hemberî dagirkeriya Fas ê tekoşîna azadiyê didin meşandin,  silav dikin. Gelên ku azadiya xwe dixwazin û ji bo wê tekoşîn dikin li hemû deverên cîhanê bi heman çarenûsê re rû bi rû tên hîştin. Çawa ku îro gelê Bakur Rojilatê Sûrî rastî êrîşên dij mirovî yên dewleta Tirk tên, Sahrawiyên li Fas ê û gelek civakên cuda jî rastî heman kiryarên desthildaran tên, ango em bi heman zihniyetê re şer dikin. Lê ya ku textên desthildaran hilweşîne yekîtîya tevgerên azadîxwaz yên jinan û gelan e. Bi vê baweriyê em banga xurtkirina çalakiyên azadîxwaz dikin.

YPJ, di avakirina Sûriya nû de li hemberî feraseta cîhadîst ya ku jinan di hemû qadên jiyanê de sînordar dike, xwedî helweste ta ku di pergala nû de jin jî bi awayekî çalak cihê xwe bigrin. Di çeperên şer de sekna me ye xwedî bîryar jî wê bê navber bidome. Em cardin ji warê Şoreşa Jinê li Bakûr Rojhilatê Sûrî silavên germ ji bo beşdarvanên lûtkeyê û bi taybet jî Eniya Polisario re dişînin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê 

08.01.2025

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button