Daxuyanî

Ji Gelê me û Raya Giştî re

Şervana me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di eniyên berxwedana li dijî êrîşên çeteyên ser bi dewleta dagirker ya Tirkiyê, tevlî karwanên nemiran bûn.

Şervanên YPJ’ê Arjîn Mihemed Elî bi nasnav Berfîn Çem, Şehnaz Hemo bi nasnav Ahîn Dilgeş û Zeyneb Hemze bi nasnav Silav Ocalan di berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên ser bi dewleta faşîst û dagirker ya Tirkiyê, bi qehremanî şer kirin, di dîrokên cuda de şehîd bûn. Em rêhevalên xwe yên şehîd, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan yên welatperwer û hemû gelên xwe û tevahiya rêhevalên wan yên têkoşînê re sersaxî dixwazin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker di 28’ê Mijdarê hemwext ku êrîşê herêmên li jêr hakimiyeta rejîma Bees ya Sûriyê kirin, herwiha li beramberî bakur-rojhilatê Sûriyê jî bi giranî êrîş dane destpêkirin. Li beramberî vê, şervanên azadiyê berxwe dan û darbeyên giran li çeteyan xistin. Ev berxwedana bê emsal bi ruheke fedayî û îdeayeke mezin ya serketinê bênavber didome.

Çeteyên ser bi dewleta dagirker ya Tirkiyê bi van êrîşan Şoreşa jinê û destkeftiyên jinan dikin hedef. Li beramberî vê yekê jî şervanên YPJ ji berxwedana li eniyan re bi vê zanebûnê pêşengtiyê dikin. Rol û mîsyoneke girîng dileyîzin û xeyalên dagirker û çeteyan di qirika wan de dihêlin. Her yek ji rêhevalên me ku li eniyan e, li dijî zihniyeta desthilatdariya zilam ya ku di rastiya çeteyan de bi awayeke hovane derdikeve holê, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe tevlî dikin û rê nadin çeteyan ku herêmên azad yên bakur-rojhilatê Sûriyê dagir û talan bikin. Bi vê armanca pîroz jî şervanên me berdêlên giranbuha didin. Rêhevalên me Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan jî bi vê perspektîfa dîrokî nêzîk bûn û xwe bi wêrekiya jina azad û zane araste kirin û şer kirin. Ew li eniyên pêş ên têkoşînê bûne îfadeya jina serhildêr û têkoşer.

Rêhevala me Berfîn Çem li bajarê ku ji hemû cîhanê re bûye sembola berxwedanê Kobanê çavên xwe li cîhanê vekir. Di malbateke welatparêz bi çanda Kurdperwerî mezin bû. Wek ciwanekê jiyana jirêzê û normal nepejirand, li ser vê bingehê xwe bi zanebûna niştîmanî zane kir.

Di demeke kin de xwe li ser bingeha hunera şer û artêşbûna jinê perwerde kir û bû şervaneke jêhatî ya têkoşînê.

Rêhevala me Berfîn Çem bi dilnizimî û rûgeşiya xwe hate nasîn, xwe bi hemû hevalên xwe da hezkirin û şopeke xurt di têkoşînê de hişt. Wê di oxira welat û jiyana azad de xwe bêyî dudilî feda kir û navê xwe di rûpelên zêrîn yê dîrokê de mayînde nivîsand.

Rêhevala me Ahîn Dilgeş jî ji bajarê Kobanê hate cîhanê. Di zarokîniya xwe de têkoşîna azadiyê nasî û şervantiya YPJ xeyalên wê xemiland. Wê da pey xeyalên xwe û beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Her ku rastiya artêşbûna jina azad naskir, hêz û îradeya xwe xurtir kir û bi zanebûneke kûrtir jiyan û têkoşîn bi dest girt. Di malbata wê de tevlîbûn hebû û ew jî li pey şopa şehîdên xwe meşiya. Hezkirin û zanebûna xwe ya welatparêzî bi pîvanên azadiya jinê û dîsîplîna leşkerî re kire yek û wiha jî di demeke kin de karî berspirsyarî rake û di warê erka parastinê de xwe pispor bike.

Her ku dewleta dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wî li beramberî bakur-rojhilatê Sûriyê êrîş pêk dianîn, di wê de hêrs û kîneke mezin ya tolhildanê ava dikir. Ji ber nedikarî ku trajediyên heyî li herêmê ji nedîtî were. Êrîş û xeteriyên li ser herêmê û şoreşa jinê dijwar bûn, vê rastiyê jî di wê de zanebûna ku xwe bi lez ava bike û bi amadekariyeke xurt pêşî li êrîşan bigire, pêşxist.

Rêhevala me Silav Ocalan ji bajarê çanda welatparêziyê Efrînê ji dayîk bû. Bi çanda hezkirina welat û axê mezin bû. Malbata wê di salên ku têkoşîna netewî li Rojava geş bû, deriyê mala xwe ji şoreşgeran re vekir û zarokên xwe jî li ser bingeha çand û exlaqa kurdperwerî perwerde kir. Ji malbata Rêhevala me Silav Ocalan beşdarî di nav refên YPJ û QSD jî pir e. Di vê wateyê de rêhevala me Silava bi têgihiştina parastinê mezin bû. Wê jî wek her ciwanekê ku xwe li ber civaka xwe berpirs dibîne, li dijî êrîş û dagirkeriyên dijmin bû xwedî hêrs û bertek û bi van hestan jî tevlî nava YPJ’ê bû. Karî ku di branşa çekên giran de xwe bi pisporî amade bike û dema ku li eniyên berxwedanê êrîşên dijwar ên çeteyan destpêkir, ji bo ku roleke aktîf di nava şer de bileyîze, beşdarî eniyên şer bû.

Rêhevala me Silav Ocalan dixwest ku bibe xwedî kesayeteke milîtaniya jinê. Ev armanc jî di wê de hêzeke mezin ya xwe guhertinê da çêkirin. Wiha jî karî bi awayî herî baş xwe birêxistin bike. Wê jî ruhê şervantiya YPJ bi awayeke bitûnî di xwe de afirand û bû nûnereke rast ya jina ku xwedî li nirxên civaka xwe derdikeve, komînal jiyan dike û di rêya sosyalîzma civaka demokratîk de xwe feda dike.

Em dubare rêhevalên xwe bi bîr tînin û didin diyarkirin ku emê ti êrîşekê bêbersiv nehêlin û tola yek bi yek şehîdên xwe bi têkbirina dagirkerî û misogerkirina pergala Netewa-Demokratîk hilînin.

Em ji gelên xwe jî dixwazin ku di van rojên şerên giran de, girêdayî bîranîna şehîdên xwe, li kêleka zarokên xwe yên leheng bisekinin û bi feraseta Şerê Gel ê Şoreşgerî têkoşîn bikin.

 

Nasnameya Hevrêyên Me yên Şehîd Wiha ye;

Nav û Paşnav: Arjîn Mihemed Elî

Nasnav: Berfîn Çem

Navê Dayik: Ferîde

Navê Bav: Hemed

Dîroka Şehadetê: 01.12.2024

 

Nav û Paşnav: Şehnaz Hemo

Nasnav: Ahîn Dilgeş

Navê Dayik: Xezal

Navê Bav: Adil

Dîroka Şehadetê: 03.12.2024

 

Nav û Paşnav: Zeyneb Hemze

Nasnav: Silav Ocalan

Navê Dayik: Emîne

Navê Bav: Cuma

Dîroka Şehadetê: 07.12.2024

Fermandariya Giştî ya YPJ

03.01.2025

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button