Rêxistinên Jinan Ji Bo Pîrozkirina 8’ê Adarê Serdana YPJ’ê Kirin

Şandeyên ji partî û rêxistinên jinan yên bakûr-rojhilatê Sûriyê bi munasebeta 8’ê Adarê serdana YPJ’ê kirin.
Rêvbirên rêxistina Kongreya Star, rêveberên Meclîsa Jin a PYD, Meclîsa TEV-DEM û Partiya Pêşerojê a Sûriyê serdana YPJ’ê kirin. Di serdanê de Nahid Şêx Silêman, Sîham Im Elî û Ela Îbrahîm endamên koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê, rêveberiyên komîteyên Kongra Star, rêveberiyên meclîsa Kongra Star, meclîsa Jin ê PYD’ê ya kantona Hesekê, meclîsa TEV-DEM û nûnerên saziyên jin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Fermandariya YPJ’ê pîroz kirin.
Şande ji hêla Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed û herwiha endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de xêrhatina şandeyan hate kirin û girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna hevbeş ya jinan hate ziman.
Ji hêla Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Sîham Im-Elî ve sûretek diyariya 8’ê Adarê pêşkeşî fermandariya YPJ’ê hate kirin. Serlêdan bi moraleke bilind û nîqaşên germ re dewam kir.
Hevdîtina Rêxistinên jinan bi Fermandariya YPJ’ê re bi gerandina govenda azadiyê û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bi dawî bû.
Navenda Ragihaninda YPJ
06.03.2025