Li ser şehadeta pêşenga YPJ şehîd Silava Efrîn re, 13 salên tijî têkoşîn derbas bûn
Di dîroka 29’ê Gulana 2013’an de, li bajarê Efrînê fermandara YPJ’ê Silava Efrîn giha asta şehadetê. Di dîroka Rojavayê welat de, bi taybet di dîroka jin de di nava refên parastinê de yekemin hevrêya şehîd hevrê Silava bû ku ji têkoşîna jinan ya di nava şoreşa Rojava de ji Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê re bû bingeheke xurt . Li ser şopa Silava bi hezaran jin ji gelek deveran û ji gelek netewan, meşiyan û xeta Silava domandin û hîn jî didomînin.
Nêzî pênc mehan li sengerên bendava Tişarîn, pira Qereqozaqê û Dêrhafirê berxwedaniyên pir mezin tên jiyîn. Bi boneya salvegera şehadeta fermandara YPJ Silava, şervanên YPJ’ê şehîd Silava bi bîr anîn û dubare soza şopandina rêya hevrêyên şehîd dan. Ji şervanên YPJ’ê Arîn Ocelan, Şîlan Efrîn, Delîla Amed û Adar Berçem axivîn û pêşenga xwe şehîd Silava wiha bi bîr anîn,
‘Şehîd her bi armanc û xeyalên xwe di nava me de zindî ne’
Ji sengerên berxwedaniyê bendava Tişrînê, ji şervanên YPJ’ê Delîla Amed di nav axaftinên xwe de bal kişand ser wateya şehîd û wiha axavî: “Em niha di sengerên bendava Tişrînê de li ser rê û şopa hevrêyên xwe yên şehîd dimeşin. Şehîd di warê fîzîkî de dibe ku diçe, lê di jiyanê de şehîd her bi armanc û xeyalên xwe di nava me de zindî ne. Em wek şopdarên wan berxwedanê bilind bike û têkoşîna xwe bigihînê serkeftinê”
Şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn jî da diyar kir ku şehîd Silava di şoreşa Rojava da yekemîn şehîda xwe parastinê ye û wiha axaftina berdewam kir: “ Taybet di kesayeta şehîd Silava de şehîdên vê dawiyê yên li bendava Tişrînê şehîd bûne jî bi bîr tînim. Parastina ax û welat erka her mirovekê li ser ve axa jiyan dike. Ji ber ku di ugura vê gelek bedelên giran biha hatiye dayin. Yek ji van jî heval Silava ye. Em soz didin ku emê rêya wê bidomînin û her ronî bikin”.
Giyanê hevrê Silava li bendava Tişrînê zindî bû
Şervana YPJ’ê Arîn Ocelan di salvegera cangoriya azadiye Silava Efrîn bibîr anî û Wiha got: “Ez bi vesileya salvegera Şehîd silav hemû şehîdên şoreşe bibîr tînîm. Bi saya şehîd Silava YPJ’ê îro gihişt vê astê. Şoreşa Jin îro gerdunî buye ev ked, tekoşîn û bi berxwedaniya mina hevrê Silav bû. ”
Şervana YPJ’ê Adar Berçem ji bo bi bîr anîna hevrê Silava axivî û wiha got: “Asta me ya girêdanbûna bi xeta hevrêyên şehîd dihêle em îro di sengerên berxwedaniyên de têbikoşin. Ji ber vê jî emê her hewil bidin serkeftinê zû bi dest bixin em dev ji te cihê xwe bernadin û emê serkeftinên pir mezin jî bi dest bixin.”









