Li Dijî Dagirkeriyê, Bişaftinê û Talanê Têkoşîna YPJ

10

Şervana YPJ’ê Amargî Cudî li Cihê xwe di nava operasyona Dêrazor de digre û wiha dibêje ‘  Wek YPJ’ê em li vir tenê ziman an çandekê naparêzên em xwedî hemû nasnameya netewan derdikeven’

Jin bi ked û têkoşîna xwe re nasnameya xwe ya azadiye xwedî derdikeve. Taybet jî li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd bi nasnameya xwe ya xweser diparêze û xwedî derdikeve. Ev têkoşîn yek jî berhema têkoşîna azadiye ku bûye para mirovahî. Yekîniya Parastina Jin YPJ jî ser vê mîrateya xwe perwerde dike û pêş dixe. YPJ Li dijî pergala baviksalariye a mêr di lêgerîna nasnameya jina azad de ye. Yek van jî şervana YPJ’ê Amargî Cudiye. Amargî Cudî tevlî bûna xwe ya YPJ’ê û armanca têkoşîna YPJ’ê ji me re dinirxîne.

 Di nava pençe qirkirinekê de ber bi nasnameya Azad

Şervana YPJ’ê Amargî Cudî wiha hestê xwe ye derbare YPJ’ê tînê ziman: “Ez di nava şoreşê de mezin bûm. Ji ber ve bihistina navê YPJ hestên pir cuda di min de ava dikir. Ez hertim bi vî navî serfiraz bûm. Min bi navî hertim hêz digirt û min dixwast bi vî navî re bibim yek. Ji ber ku YPJ’e di nava hemû zor û zehmetiye tu carî têkoşîna xwe nedayiye sekinandin. Ji ber ve navê YPJ’ê buye diruşmeya ku hêz û hebûna nasnameya jina azad.”

Amargî diyar dike ku wê hebûna xwe di nava YPJ’e de dîtiye û wiha dibêje: “YPJ’ê li Kurdistan malavaniya şoreşa jinê dike. Jina Kurd bi salan dinava pençe qirkirinekê de ber bi nasnameya xwe ya azad ve dihereke, ji ber ve rola YPJ’ê pir wate û giringe. Jinên Kurd peşengiya ve şoreş dike. Wek jinekê Kurd min hebûna xwe dinava YPJ’ê de dît. Ji bona ez xwedî nasnameya xwe ya jin û Kurd derkevim ez beşdarî nava refê YPJ’ê bûm”

‘Em hişmediya mirovên azad diafirîne’

Amargî di dewama axaftina xwe ser armanc û têkoşîna YPJ’ê de axafî û wiha got: “ Wek YPJ’ê em li vir tenê ziman an jî çandekê naparêzên em xwedî hemû nasnameya netewan derdikeve. Kurd, Suryan, Êzîdî, Erep û hwd hemû netew hebûna xwe dinava me de dibîne. Ji ber ku em hişmediya mirovên azad diafirîne. Taybet wek jinekê eme lêgerîna çawa bijî û çawa li dijî zihniyeta zilam a herî tund têbikoşin de ye. Ji bo vê em xwe û feraseta zilam nas dikin û tahlîla wê dikin ku em çawa bijîn.”

Şervana YPJ’ê Amargî Cudî wiha axaftina xwe dawî kir: “Ez wek şervanekê YPJ’ê li hemberî zihniyeta zilam a desthilatdar û zordar di heman demê de li hemberî zihniyeta dewlet û rejîma dagirker û talanker heta dawiye têbikoşim. Bi rihê Sarya, Avaşîn, Ronahî û Bêrîtanan emê têkoşîna xwe xurt bikin û şoreşa xwe mezin bikin. Di hema demê de jin pêwîste di hemû deverên cihanê de xwedî nasnameya derkeve û ji bona xwe têbikoşin. Bi têkoşînê re em xwe ava bikin û bi nasnameya xwe ya azad her bijîn.”