Duh li Dêrazorê di çercoveya operasyona ewlehiyê de bi pêşengiya YPJ’ê û bi alikariya QSD û YPG li diji şaneyên Daîş çalakiyekê taybet hat li dar xistin.
Operasyona Dêrazorê bi hemû dijwariya xwe didome. Ji bo aramî û ewlehiya heremê operasyona Dêrazorê bi rojanê bi çalakiyên taybet berdewam dike. Duh ji bi pêşengiya YPJ’e û bi alikariya QSD û YPG li dijî şaneyên Daîş çalakiyekê taybet hate li darxistin. Di çalakiyê de 10 endamê şaneyên Daîş ê terorîst hate girtin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
30-05-2025









