Di konferansa asayîşa jin de rol û misyona jinan û girîngiya parastinê hat nîqaş kirin
Îro, li bajarê Hesekê çaremîn konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê hate li darxistin. Gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ên jinan tevlî konferansê bûn. Ji wan Kongra Star, PYD, Saziya malbatên Şehîdan û tevlîbûna hêzên parastinê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ji konferansê re çêbû.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pêkir, her wiha ji hêla hevserokatiya Giştî ya PYD’ê Foza Yusif axaftina konferansê vekir. Konferas bi xwendina perspektîfên Rêber Apo ya ji bo jin û parastinê dewam kir.
Di konferansê de rapora xebatên Asayîşa Jin yê di vê salê de ji delegeyên ku beşdar bûne re hate pêşkêş kirin. Her wiha nîqaş li ser girîngiya pêşxistina ewlekariyê û parastibna hûndirîn hate kirin û li ser kêm û kurtahiyên ku derdikevin hate rawestandin. Bi taybet ji bo rol girtina jin di Sûryeya nû de ku divê çawa be, nîqaş pêşketin. Ji hêla tevahî rêveber û endamên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Jin ve ev biryardariya karê serkeftî û soza parastina gel û bajarên xwe hate dayîn û konferans bi şahiyekê ve hate bi dawî kirin.
Navenda Ragihandina Ypj’ê
25.9.2025








