
Li Ser Peymana 10’ê Adarê Hevdîtin Di Navbera YPJ, QSD’ê û Sefîrê Emerîkayê çêbû
Îro , Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, pêşwaziya sefîrê Emerîkayê yê Tirkiyê û Nûnerê Emerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper kir, ev hevdîtin bi navbertiya şandeyek Emerîkî ji koalîsyona navnetewî pêk hat.
Di civînê de, Hevseroka Têkiliyên Derve; Îlham Ehmed, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê; Ebdulhamêd El Mehbeş û Cîgirê Serokê Meclîsa Sûriya Demokratîk Xesan El Yûsif amede bûn.
Di civînê de gavên pratîkî ji bo lezandina pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera hukumeta veguhêz a Sûriyê û Fermandariya QSD’ê de hat nîqaş kirin. Wê ev peyman bibe alîkar ku cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin, û ji bo pêşkeftina hawîrdorek ewle were afirandin, û ji bo vegera koçbaran bo warên wan şert û mercên guncav û çareserî peyda bibin.
Di hevdîtinê de, her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya hevkariya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û QSD’ê de di şerê li dijî DAÎŞ ê û zêdekirina hewldanên aramî û ewlehiyê li herêmê, misogerkirina yekîtiya axa Sûriyeyê piştrast kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
06.10.2025








