Emîra Mihemed, endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin, li ser salvegera rizgarkirina Reqayê axivî û got, “Di vê rojê de, em rizgarkirina Reqayê ji DAIŞê ya terorîst bi bîr tînin, ji ber ku ev salveger di dilê gelê me de, mezin e.”
Emîra Mihemed, endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinji bo salvegera rizgarkirina Reqayê axivî û ev roj li hemû gelê me pîroz kir û got, “Gelê Reqayê ji DAIŞ’a terorîst, zilm û zordariya wê ya li ser gel û kiryarên wê yên hovane gelek êş kişandiye. Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi rêxistinbûneke herî mezin, DAIŞ’ê re rû bi rû man û di vê rojê de Reqa azad kirin.”
“Em ê her gav li ser soza xwe tevahiya Sûriyeyê û her bihustek axa xwe ya ku dagirkirî maye azad bikin, dilsoz bimînin.”
Her dawî jî Emîra Mihemed ev roj weke roja xilasiya ji tarîtiyê pênase kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji tariyê heta tîrêjên rojê,Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk karîn Reqayê ji kiryarên DAIŞ’ê rizgar bikin, yên ku jin bi reş pêçabûn û heya dawî jin bê nirx dikirin weke îro hatin şikandin. Îro, bi navê Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk, em silavên xwe li hemû gelê xwe dikin û ji wan re dibêjin ku em ê her gav bi soza xwe ve girêdayî bimînin.” Em ê her gav li dijî her dijminekî ku hewl dide herêmên me dagir bike bisekinin Reqqa û hemû deverên bakur-rojhilatê Sûriyeyê hatine rizgarkirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
15.10.2025








