Di cîhana mirovahiyê de yê ku rih dide fikir û çalekiya civakan baweri ye. Hemû bawerî di xwesertiya çanda gelan ve xwe avakirine. Çawa ku di mozayika mirovan de rengên cûda dewlemendiyê îfade dike, pirbûna netew û olan jî xwezaya mirov îfade dike.
Em vê cejna Noel a alema Xiristiyan di serî de li gelên Ermen, Asûrî, Suryanî û Keldaniyan pîroz dikin. Em hêvi dikin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo bibe bingeha çareseriya hemû pirsgrêkên ku ji aliyê hêzên hegemon ve di navbera gelan de tê avakirin. Ev bang di hûndirê xwe de çareseriya hemû rê û resman dihewîne. Hz. Îsa jî wek pêşengê gelên bindest dest bi rêwîtiya xwe ya têkoşînê kir û gelê xiristiyan yên hejar dibin baweriyekê de anîn gel hevdû. Emê têkoşîna Hz. Îsa ya ji bo çand û exlaqê rast ya xiristaniyê jî, di hûndirê têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Û wek hemû jinên têkoşer yên ji hemû ol û netewan dibin sîwana YPJ’ê de hatine gel hevdû, emê bê navber ji bo jiyaneke aştî û aramî ku di hûndirê xwe de demokrasî û wekheviyê dihewîne têbikoşîn. Em dubare ‘Cejna Noelê’ li hemû alema xiristiyan û gelên heremê pîroz dikin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
25.12.2025
Fermandariya Giştî YPJ










