Xelkê Qamişlo Bi Hêrsek Mezin Ji Bo Şêxmeqsûd Û Eşrefiyê Herikin Qadan

119

Ev êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêrsa gelê heremê her ku diçe zêdetir dibe.

Îro di saet 07:00’an de xelkê Qamişlo li dewara Qermotî li ser navê tevgera Ciwanên Şoreşger ve daxuyaniyek hat dayîn û tê de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin şermezarkirin û ev tişt hate gotin: ‘Ji Qamişlo heta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ji bo hertiştî amadene. Heta damleyek xwîn di canê me de hebe em ê li ser soza xwebin, ji bo gele me yê li wir çi ji me bê xwestin em hazir û amadene.’

Piştî daxuyaniyê siloganên ‘bê serok jiyan nebe’ û ‘bijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’ hatin berzkirin.

Piştî daxuyaniyê gel bi erebeyan di nava bajarê Qamişlo de geriyan û bi hêrseke mezin êrîş şermezarkirin.

Navenda Ragihandina YPJ

07.01.2026