JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

496

Em di serî de êrîşên ku li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî hovane ev sê rojin berdewam dike, şermezar dikin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Di dîroka şerê gelê şoreşgerî de berxwedaniya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka rûmetê ye. Vî gelê berxwedêr li hember desthilatdariyê ticaran serê xwe netewandiye û her daxwaza azadiya xwebirêvebirinê kiriye.

Li kêleka van êrîşên bê serûber êrîşeke şerê taybet ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û fasîleyên HTŞ’ê ve li ser Medyaya Civakî ve tê meşandin. Dixwazin wisan nişan bidin ku gelek hêzên YPJ-YPG di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîl hatine girtin. Tu hêzên me bi tu awayî di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de cih nagrin. Ev tenê îdîane, ti rastiya xwe tuneye.  Lê belê ger ev êrîş heman awayî berdewam bike û gelê me yê berxwedêr ji me daxwaz bikin ku em parastina wan bikin, wek Yekîneyên Parastina Jin, ne tenê ji bo Helebê, ji bo giştî parastina gelê Sûriyê em amadene ku têbikoşin. Em berxwedaniya bêhempa ya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin ji malbatên Şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifa dixwazin.

Fermandariya Giştî YPJ

08.01.2026