Çeteyên HTŞ Li Ser Dîlgirtina Şervanên YPJ’ê Şerê Taybet Dide Meşandin

244

Hikûmeta veguhêz a Şamê li ser Medyaya Civakî şereke taybet dide meşandin. Şervana YPJ’ê Kurdistan Amed ku di şerê beriya niha de bi esîr ketibû dest, piştre ji aliye hêzên me ve hat rizgarkirin û niha li ser erka xwe ye. Hikûmeta veguhêz a Şamê li ser Medyaya Civakî weke ku heval nû li Helebê ketiye dest nîşan didin. Ev îdîayên hikûmeta veguhêz a Şamê nerastin û bi van nûçeyan dixwazin şereke pîskolojîk bidin meşandin.

Şervana YPJ’ê Kurdistan Amed axivî û berxwedaniya gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kir û wisan da diyarkirin: ‘Ev tewanên çeteyan ne rastin û dixwazin bi vê re îradeya gel bişkînin. Em weke şervanên YPJ’ê çi ji destê me were ji bo gelê xwe yê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê em amade ne.’

 

Navenda Ragihandina YPJ

                                                  09.01.2026