Pêkhateyên Hesekê Ji Bo Taxa Şêx Meqsûd Û Eşrefiyê Li qadan Bûn

111

Îro di saetên êvarî de Pêkhateyên Hesekê ji bo piştgirî dayîna berxwedana dîrokî ya gelê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li qadan bûn. Li ber çerxereya Kevokê gel peyama piştgiriyê anîn ziman.

Welatiya binavê Zehra Sebho berxwedaniya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û ev tişt anî ziman: ‘Em ji bo seferberiyê amadene ku berê xwe bidin taxên me yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku li kêleka gelê xwe yê berxwedêr têkoşîn bikin. Li beramberî hemû êrîşên dagirkeriyê hêza sereke, hêza gele.’

Welatiyê bi navê Loqman Îfdeyî, êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û wiha anî ziman: ‘Dewleta Tirk û Çeteyên wê îro dixwazin gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji malên wan derxînin û bidin koçberkirin. Ji bona wê îro pir bi awayek hovane êrîşî gele me yê li wir dikin. Em van êrîşan şermezar dikin û em amadene ku weke seferberi biherikin taxên me yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.’

 Navenda Ragihandina YPJ

                                                        09-01-2026