Îro, Pêkhateyên Reqayê li ber Avahiya Meclîsa Rêveber a bajêr kom bûn û wê ber bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ve bi rê bikevin. Gel piştgiriya xwe ya bê dawî ji bo Hêzên Ewlekariya Hûndirîn heta serkeftinê piştrast kirin.
‘Di navbera rejîma berê û rejîma niha ya Sûriyeyê de ti ferq tune.’
Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya Reqayê Zûleyxa Ebdî Yaser, ku tevlî karwanê Helebê bûye axivî û berxwedana mezin a li wir silav kir û wisa anî ziman: ‘Em êrîşên hovane yên ku ji hêla çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine destpêkirin bi tundî şermezar dikin. Ji dema hilweşîna rejîma Baasê heta niha, komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê sûcên tirsnak li dijî sivîlan dikin. Di van binpêkirinan de, ti ferq di navbera rejîma berê û rejîma niha ya Sûriyeyê de tune.’
‘Şêx Meqsûd Û Eşrefiye Wê Careke Din Bibin Kelehên Berxwedanê’
Zûleyxa Ebdî Yaser wisa nirxand ku hikûmeta demkî ya Şamê Peymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê binpê kir. Em ê, li gel şervanên Hêza Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD’ê bin, heya ku jin di civakê de roleke bingehîn negre, nemaze şervanên jin ên ku destanên qehremanî li dijî DAIŞ’ê nivîsandine, em ê ti entegrasyonê qebûl nekin, em ê ji tevahiya cîhanê re ragihînin ku Şêx Meqsûd û Eşrefiye dê careke din bibin kelehên berxwedanê li dijî van dijminan û em ê bohostek jî axa xwe bernadin.’
Navenda Ragihandina YPJ
10-01-2026










