Fedayiyên Helebê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn, Hawar

369

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêx Meqsûd li ser şopa fedaiyên wekî Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barînan destanên qehremaniyê dinivîsînin.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dehan fedaiyên hemdemîn li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker çalakiyên fedaî kirine. Îro li gor agahiyên ku ji qadê digihijin berdestê me dide xuyakirin ku ev pêla fedayiyan xwe di berxwedaniya Helebê de dubare dike. Heya niha gelek Hêzên Ewlekariya Hundirin bi tarzeke fedayî bersiva çeteyên dagirker dane.

Ji van fedayîyan yên ku heya niha weke nav tên zanîn Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar e.

Ev doz doza serkeftina mirovahiyê ye. Qasî ku fedayîyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebe wê serkeftin her yê gelê me yê serfiraz be.

Navenda Ragihandina YPJ

                                              10-01-2026