Li taxa Enteriyê bi sedan ciwanan tabûra bi navê Şehîd Ehmed Hêmin Omer (ku ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê tev li seferberiyê bibû û 27’ê Çileyê li Rojavayê Kurdistanê şehîd ket) hat avakirin. Ciwanan li çerxerêya Sewami daxuyanî da ragihandinê. Li ser navê tabûrê Salih Hemdîn Nebî axivî û got: “Em bi ruhê şehîd Ehmed Hêmin tev li seferberiyê dibin. Em bi ruhê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) beşdarî YPG’ê dibin. Bila ev dijmin bizane ku heta yek ciwanê Kurd heye nikare bihostek ji axa Kurdistanê bibe. Bijî yekîtiya gelê Kurd, bimre xiyanet”.










