Zarokê vî gelî yên tekoşer û pakrevanên doza şoreşê bi hebûna xwe ve û bi vîn û baweriyeke pir mezin li hember hemû êrîşên dagirkeran sekneke ji xeleka agir raber kirin û hîna jî dikin. Bi têkoşîna xwe ya muazzam navên xwe bi tîpên zêrîn ve dîrokê re mîrate hiştin. Hevrêya me Agirî Zap û Amara Çîçek bi têkoşîna xwe ya li hemberî tarîtiyê bûn findên ronahiya rêya me. Em di serîde ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo re, ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Agirî Zap li Dêrika Hemko çavên xwe li jiyanê vedike û di nava eşîra Çiyayî de mezin dibe. Hevrêya me di nava Şoreşa Rojava de mezin dibe û tevgera azadiyê ji zaroktî de nas dike. Rastiya dijmin ji nêz ve dibîne û ji êrîşên li ser Rojava de, di wê de hêrseke mezin dide avakirin û dikeve ferqa ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşîneke li hemberî dijminê xwînxwar. Rêhevala me Agirî Zap piştî perwerdeya xwe ya bingehîn, ji bo ku di warê leşkerî de pispor bibe, derbasî Akademiya Leşkerî ya Operasyonê bû û bi awayeke xurt xwe perwerde kir. Hevrêya me xwe di aliyê bîrdoziya xeta jina azad de kûr dike û xwe digihîne milîtaniya jina azad. Kesayeta xwe di nava felsefeya Rêbertî de dixemilîne û bi jiyana azad re dike yek. Ji hemû cîhanê re dide nasîn ku jina azad ne tenê di qada şer de, di hemû qadên jiyanê de serkeftî ye. Hevrêya me Agirî Zap di dîroka 17’ê Çileya 2026’an di pevçûneke çeteyên HTŞ’ê li Tebqayê gihişte asta Şehadetê.
Hevrêya me Amara Çîçek li warê berxwedanê ku lê tarîtî veguheriye roniyê, li Kobanê çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Amara bi çanda welatparêziyê mezin dibe, lewra pîvanên welatparêziyê bi dilwêreki, bi erkên xwe radibe. Dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ew jî weke bi hezaran xelkê Kobanê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe. Ev êrîş di hevrêya me de kîn û nefretekê dide avakirin. Jibona ku ji êrîşên li ser gel re bibe bersiv tevlî nava refên YPJ dibe. di nava YPJ’ê de sekna jina azad ji xwe re mînak digre. Bi rûhê xwe yê ciwan meşaleya azadiyê pêxistin û jiyana me ronî dikin û di nava refên YPJ’ê de, her kêlî wate li jiyana xwe bar dike. Hevrê Amara Çîçek di dîroka 18’ê Çileya 2026’an li Reqa di kemîneke çeteyên HTŞ’ê de tevlî karwanên nemira dibe.
Hevrêyên me Agirî Zap û Amara Çîçek bi sekna xwe ya wêrek bûn pêşengên jiyana azad û bi rûmet. Em soz didin rêhevalên xwe yên hêja û binirx ku em ê, tu caran ji armancên xwe yên jiyanek azad û demokrat de gav paşde neavêjin. Em ê ala wan ya berxwedanê heta serkeftinê bibin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê xwe yê welatparêz em ê bêrawestan têbikoşin. Em dubare li hemberî van cangoriyên azadiyê bejna xwe ditewînin û ji gelê xwe yê aştîxwaz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.

Nav û Paşnavê Kod: Agirî Zap
Nav û Paşnavê Rast: Helez Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Navê Dayik: Sebîha
Navê Bav: Faris
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-01-2026 – Tebqa

Nav Û Paşnavê Kod: Amara Çîçek
Nav Û Paşnavê Rast: Merwa Bedîh
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Semîra
Navê Bav: Bedîh
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 18-01-2026 – Reqa
Silav û Rêzên Şoregerî
Fermandariya Giştî ya YPJ
31. 01. 2026










