Rohilat Efrîn ji bo gelê Başûr peyamek şand: Dengê Kurdan bû yek

143

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn ji ber piştgiriya wan, spasiya Gelê Başûrê Kurdistanê kir û peyamekî şand.

Rohilat Efrîn di destpêka peyama xwe de gelê Başûrê Kurdistanê silav kir û got; “Ev nêzî meheke êrişek xedar li ser Rojavayê Kurdistanê çêbû, bi rêya komployekê êrişî destkeftiyan kirin û ji bo qirkirina gelê Kurd êrişek hat destpê kirin. Lê bi berxwedana gel, rê li vê komployê hate girtin. Li hemberî vê carek din pêwîstiya me weke Kurd û giştî jî bi xwe xwedî derketin û xweparastinê heye. Lewma weke berxwedana hebun û rumetê hate meşandin, wê jivir û pêve jî ji bo parastina vê axê, dewam bike û ev yek erka me ya bingehîn be. Di cîhanê de, di Rojhilata Navîn de pêvajoyek nû hatibû destpê kirin. Bi pêşengtiya Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû despê kirin. Ev bandora xwe li ser tevahî cihanê kir, bi rastî her kes vê bangê hembêz kir û weke erkek ser milê xwe girt. Di bingeh de ev bang wê ji bo Rojava jî bibe banga aşti û demokrasiyê. Ji dervey jiyanek bi rûmet û hebûnek azad wê derfeta me ya jiyanê nebe. Lewma hemû gelê meyê Başûr, me dît ku Kurdistan ne çar parçeye, dengê Kurdan bû yek. Ev deng hemberî êrişan bû astengiyek pir mezin û êriş da rawestandin.”

“Em di kesayeta hevalê Ehmed Hêmin de, sersaxî ji malbata heval Ehmed û hemû şehîdan re dixwazin. Ên ku me anîn van rojan şehîdên me yên qehremanin. Ên ku destkefiyên me parastin jî şehid û berxwedana gelê meye.”

“Îro jî heger ev şer rawestiyaye, dîsa ji ber berxwedana gel û şehîdane. Gelê Kurd bi yek deng û bi yek armanc li pêşiya van êrişan rawestiya û bersiv da. Gelê Kurd divê cîhanê de wê bibe xwedî statû, em bi navê hemû hêzên leşkerî gelê Başûr silav dikin. Kelecana meşên Başûr îrade û hêz da me ku em li ber xwe bidin.

Ev ne cara ewile ku gelek raperîn û serhildan rabûn di dîroka Kurdistanê de, lê cara ewile ku li tevahî Kurdistanê dengê gelê Kurd dibe yek. Ev moral dide me ku em zêdetir berê xwe bidin têkoşîn û berxwedanê. Ev cihê şanazî û rûmetê ye. Em weke gelê Kurd eger îro vê yekitiyê jiyan dikin, em ne bawerin emê bi erzan bimirin. Li hemberî hovitiya dijmin ya li ser bedena jinan, bi hemû rêbazên hovane êrişên ku hatin kirin, qutkirina keziyan û avêtina bedenan, evane rêbazên hovane bûn. Hemberî vê dengê jinan bû yek. Li hemû deverên cîhanê jin rabûn ser piyan, em jî weke YPJ divî alî de, xwedî biryarin ku bi rastî hemberî êrişên asta wê rêbaza wê çi dibe bila bibe, heta dawiyê berxwe bidin. Heman demê de ji bo çareseriyekî demokratîk ev civak di nava ewlehiyê de bijî emê têbikoşin.

Li ser vî bingehî em carek din hemû gelê Başûr bi rêz û hurmet silav dikin, em bihevre encex biçin serkeftinê. Soza me ji bo we eve, emê vê dozê serbixin, emê ti carî teslimyet û dagirkeriyê qebûl nekin.”