Milîtan Efrîn: ‘Berxwedana Gel Wê Bibe Jiyana Şervanan’

63

Fermandara YPJ’ê Milîtan Efrîn, li ser qonaxa dawî ya şer û berxwedana li Helebê nirxandinên girîng kirin. Milîtan Efrîn diyar kir ku ji 6’ê Çileyê ve, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin êrîşên giran de ne, lê vîna gel û şervanan bûye mertalekî pola.

Li Hemberî Hovîtiyê, Destana Fedekariyê

Milîtan Efrîn bal kişand ser qehremaniya ku di şexsê şehîdên mîna Ziyad Heleb û Denîz de şîn bûye û wiha got: “Hevalên me bi dilekî fedayî û bi qehremaniyeke bêhempa li ber xwe dan. Wan serê xwe li beramberî dagirkeriyê netewand û derbeyên giran li dijmin xistin. Ev êrîş ne tenê dagirkirina axên Rojavayê Kurdistanê heman awayî qirkirina gelê Kurd armanç dike.”

Fermandara YPJ Efrîn Mîlitan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên HTŞ bi hovîtî êrîş dike û di van êrîşan de tu pîvanên mirovî nayên naskirin: “Zarok, kal, pîr û jin… Dijminê xunxwar tu cudahiyê naxe navberê. Lê bila baş were zanîn; ev gel zarokên xwe, ango şervanên xwe tenê nahêle. Ji ber ku em ji vî gelî û ji vê axê ne, berxwedana me jî bi koka xwe ve bi vî gelî ve girêdayî ye.”

‘Bi Hezaran Ziyad û Denîz hene’

Fermandara YPJ’ê diyar kir ku her çendî dijmin bi rêbazên şerê taybet û hîleyên “agirbestê” bixwaze vîna wan bişkîne jî, berevajî vê yekê, hevgirtina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hîn xurtir bûye. Milîtan Efrîn got: “Dengê vê hevgirtinê li tevahiya cîhanê veda. ‘Keziyên Me Wê Bibin Kabûsa Dagirkeran. Çawa ku wan dest dirêjî keziyên hevalên me kir, em ê bi hezaran keziyên nû bihûnin. Îro li vê axê navê zarokên nûbûyî dibe ‘Kezî’. Keziyên me ne tenê nîşaneya bedewiyê, wê bibin werîsê ku dagirkeriyê di xeniqîne.”

Milîtan Efrîn di dawiya axaftina xwe de wisa peyam da: “Em wek hêzên YPJ’ê, heta serkeftinê li qadan bin. Em ji bo her cure tifaq û diyalogê amade ne, lê parastina gelê me xeta me ya sor e. Wek şehîdên me gotine: ‘Heke ji canê me bihatir tiştek hebe, em amade ne ji bo vî gelî feda bikin.’ Em bi dil û can gelê xwe hembêz dikin û hezkirina xwe ji çeperên şer rê dikin.”