Ciwanên Hesekê bi Meşekê Komploya Navneteweyî Şermezar Kir

56

Bi dehan ciwan û keçên ciwan li bajarê Hesekê daketin qadan da ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar bikin. Ev meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat organîzekirin, ji Çerxerêya Kevokê dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Serhed berdewam kir.

Beşdaran bi hildana wêneyên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa “Bila komploya navneteweyî bişkê” peyama dilsoziya bi fikrê azadiyê re dan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama tevgerê Helen Silêman daxuyaniyek xwend û destnîşan kir ku Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn e.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Rêber Apo” û daliqandina wêneyên wî li ser avahiyên bilind bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ
14-02-2026