Şervanên YPJ’ê: Em ê Bi Têkoşîna Xwe Komployê Têk Bibin

66

Şervanên azadiyê di nava çeperên berxwedanê de têkoşîna Rêbertî ya 27 salan silav kirin û diyar kirin ku ew ê bi têkoşînê komploya navdewletî têk bibin.

Yek ji şervana YPJ’ê Hêja Efrîn diyar kir ku ev koploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo hatî meşandin, di roja me ya îro de heman komplo xwe dubare dike û wiha anî ziman: ‘Ev 27 sal in ku Rêbertîya me têkoşîneke bê hempa dide raber kirin ku gelê Kurd xwe li ser lingan bigre û bi nasnameya xwe ya azad jiyan bikin. Ev berxwedaniya Rêber Apo, kelecanekê dixe dilê me ku, em hîn bêhtir di aliyê hevaltî de xurttir bibin. Em soz didin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin.’

Şervana YPJ Siya Cûdî jî diyar kir ku armanca komployê tunekirina gelê Kurd bû û wiha anî ziman: ‘Dijmin ti carî bi îradeya gel nekarî bigihîje armanca xwe û êrîşên ku di roja me ya îro de li ser gelê Kurd tê meşandin em dikarin bejin ku komploya duyemîne ji ber ku dîsa armanc dikin ku gelê Kurd tune bikin. Emê bi berxwedana xwe pêşî li van komployan bigrin.’