Gelê Rojava komplo şermezar kir û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan daket kolanan

96

Hesekê

Bi hezaran niştecihên Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û tekez kirin ku azadiya wî azadiya hemû gelên bindest ên cîhanê ye.

Meş ji Çarxerêya Kevokê dest pê kir û ber bi stadyûma li navenda bajêr ve çû, bi beşdariya bi hezaran ji hemû beşên bajêr, di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî, û her weha rûspiyên herêmê û serokên eşîran.

Di meşê de, welatiya Asya Omer komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Em vê komployê şermezar dikin û em ê heta ku em vê komployê, ku armanca wê tunekirina gelê Kurd e, têk bibin, têkoşîna xwe bidomînin. Dema ku welatan dîtin ku îdeolojiya rêber bandorê li berjewendiyên wan ên burjuva dike, ew girtin da ku ramanên wî jê bibin, lê kes nikare îdeolojiya rêberê me ji me bistîne.”

Welatiya Fadîle Mehmûd got, “Bîst û heft sal derbas bûn ji dema ku ev komploya li dijî tevahiya gelê Kurd bû, lê ew nekarîn ramanên rêberê me bidizin, û em piştrast dikin ku em ê heta dawiyê îdeolojiya wî bişopînin.” Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Abdullah Ocalan”, “Komploya navneteweyî hilweşe” û “Bê rêber jiyan nabe” bi dawî bû.

Kobanê

Bi minasebeta salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ku 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêkanîn, li Kobanê mesa şermezarkirina komployê hat lidarxistin.

Meş bi dirûşma “Êrişên li ser Rojava berdewamiya Komploya 15`ê Sibatê ye” ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de pankartên “Kes nikare roja me tarî bike”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin vekirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”,”Berxwedan jiyan e”, “Na ji dagirkeriyê re”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Qamişlo

Qamişlo bi boneya 27 emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo gel daketin qadan.

Li bajarê Qamişlo xwepêşandaneke mezin ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêbertî bi sedan kes daketin kolanan. Mêtîngeh di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo,û çareseriya siyasî ji bo gelê Kurd” hat dayîn.