Home 2026 Konferansa Jinan: Jin Bê Parastin Nabe!

Konferansa Jinan: Jin Bê Parastin Nabe!

38

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê konferansekê li dar dist.

Piştî axaftina vekirinê di rûniştina yekemîn de semîner li ser mijarên “Siyasî û Hiqûqî” hatin dayîn û nîqaş hatin kirin.

Di rûniştina duyemîn de Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser qada parastinê û Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî li ser mijara entegrasyonê semîneran dan û nîqaş hatin kirin. Rûniştina duyemîn ji aliyê Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen ve hat birêvebirin.

Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn rola jin di parastinê de nirxand. Sarya Efrîn jinên têkoşer ên ji bo azadiya civakê û azadiya jinan şehîd bûne bi bîr anîn û Newroz li jinan pîroz kir.

Fermandar Sarya Efrîn got: “Ev şoreş bi pêşengiya jinan dest pê kir, jinên weke YPJ’ê erka parastina destkeftiyên jinan girt ser xwe. Ji tevahî neteweyan jinan cihê xwe di nav YPJ’ê de girt. Di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de, ku DAIŞ nûneriya hişmendiya mêr de bû bi hezaran hevalên me şehîd ketin. Ji bo parastina nirxê mirovahiyê me bi hestên xwe yên jin li ber xwe da. Em bi vê berpirsyariyê tev geriyan û me hewl da em bibin mînak ji bo jinên Kurd. Ev têkoşîna me ya bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dê bidome. Niha divê em van destkefiyên jinan biparêzin.”

“Jinan têkoşînek mezin da meşandin, hêviya jinan da me ku em têkoşîna xwe bidomînin. Em li beramberî dayîkên şehîdan û kesên hatine dîlgirtin xwedî nêzîkatiyek rexnedayînê ne. Niha mijara entegrasyonê di nîqaşê de ye, QSD ketiye vê pêvajoyê. Em jî beşek ji QSD’ê ne û me plan kir em jî beşdarî entegre bibin. Lê mixabin hikumeta demkî erênî li vê temaşe nekir. Ji bo em di nava vê pêvajoyê de cih bigirin xebat hene û em di pêvajoya têkoşînê de ne. Em hişmendiya hikumeta niha dizanin. Dixwazin em ferdî beşdar bibin û vê jî bihelînin. Em têkoşîna xwe didomînin. Dibêjin divê jin nekeve nava artêşê. Divê em israra xwe bidomînin, em ne bendewar in ku kes maf bide me, em ê bi têkoşînê mafên xwe bigirin. Di qadên xwe de di parastinê de cih bigirin, ne tenê li qadên me li tevahî Sûriyeyê parastina jinan bikin. Ji bo vê em ê têbikoşin.”

“Em yekîneyek wisan in ku li hemberî DAIŞ’ê mirovahî paras. Em ê di parastina Sûriyeyê de jî cihê xwe bigirin. Em ji hikumeta demkî ne bendewar in, em bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest bixin. Sûriye dê bê jin nebe. Divê em di tevahî qadên leşkerî, civakî û siyasî de ji xwe bawer bin ku bibin mînak ji tevahî Sûriyeyê re. Sekna jin a li Kurdistanê û cîhanê jî hêviyek mezin da YPJ’ê. Projeya me bi vî awayî ye. Bi hêza em ji jinan digirin berpirsyariyek mezin dide ser milê me.”

Piştî axaftina Sarya Efrîn, Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî. Foza Yusif diyar kir ku welat di nava agir de dijî û wiha axivî: “Yê herî zêde di nava vî agirî de bişewite jin in. Em di erdnîgariyekî de ne ku hişmendiya mêr serwer e û hêzên derve yên tên herêmê jî bi aqilê zilam tev digerin. Ev ne tenê bi Sûriyeye re sînordar e. Her ku tevlîhevî çêdibe bi me dest pê dike, lê piştre derbasî pêkhateyên din dibe. Mixabin hîn jî di herêma me de fikra em bi awayekî adil pirsgirêkan çareser bikin tune ye. Pergalên heyî ji bo jin û gelên xwe zordar in, ji bo destwerdanên derve vekirî ne. Li Sûriyeyê piştî 15 sal çi hat guhertin? Gelê Sûriyeyê çima rabû şoreşê. Sûriyeyê gelek şehîd dan. Bi milyonan mirov penaber bûn. Sûriyeyê êşeke mezin kişand. Daxwaza wan azadî û wekhevî bû. Lê mixabin şoreş hat istismarkirin. Ji bo wê jî şoreş bi dawî nebûye, heta armanc pêk neyê dê şoreş bidome. Mixabin di cîhana me ya îro de armanceke hêzên hegemon tune ye ku jin û gel azad bibin. Em weke gel û pêkhate divê em çawa mafên xwe biparêzin li ser rawestin. Tiştên di meha çileyê de pêk hat, destpêka tofana Rojhilata Navîn bû. Çima ji me dest pê kir, ji ber ev herêm bibû modeleke demokratîk. Ji bo wê jî ji vir dest pê kir. Vir ji bo jinan û gelan bibû hêvî. Xwestin vê hêviyê têk bibin. Me dixwest pirsgirêkan bi awayek demokratîk çareser bikin, lê ji bo Îranê eceleya wan hebû. Divê em jin vê pêvajoyê baş binirxînin, divê em çi bikin em baş bizanin. Çi kêm bû, divê em rexne bikin û rexnedayîn bidin. Xwestin hêviyên jinan û gelan di vir de bifetisînin. Berxwedanek mezin li dijî vê hat meşandin. Encama vê berxwedanê roleke mezin lîst. Vê hişt ku rê li komkujiyan bê girtin. Eger me li ber xwe nedaba, gelê Kurd ranebûya me wê mîna li Şengalê çêbûb, dûbare biba. Berxwedana hevalên me hişt ku gelê Kurd rabe ser piyan. Entegrasyon tê wateya beşdariya du aliyan. Nayê wateya aliyek tenê beşdar bibe, wê demê dibe bijşaftin. Divê dewlet jî xwe biguhere. Destûra hatî diyarkirin pir kêm e. Mînak divê gelê herêmê bi zimanê xwe bixwîne. Ev mafeke rewa ye. Mijara din jî mijara xwebirêvebirinê ye. Ev ne tenê ji bo herêmên Kurdî, ev ji bo tevahî Sûriyeyê pêwîst e.”

Piştî axaftina Foza Yusif nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin kirin. Hat diyarkirin ku divê tevahiya saziyên jin rûxseta fermî bigirin. Divê xebatên weke vê konferansê bidomin. Dayîkên ku beşdarî konferansê bûne gotin dayîk jî YPJ’ê ne. Jinên koçber jî diyar kirin ku ew nikarin bi van hêzên hikumeta demkî re bijîn, divê jin saziyên xwe ava bikin.

Piştî nîqaşan encamname hat xwendin. Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Zeyneb Hisên bi zimanê Kurdî, Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî bi zimanê Erebî encamname xwend.

Encamname wiha ye;

“Derencam û amojgariyên konfransê: “Bi hev re em mafê jinê di destûra Sûriyayê de misoger bikin”

Qamişlo, 17 Adar 2026

Em îro di 17’ê Adarê 2026’an de, bi pêşengtiya Kongra Star û bi amadebûna hêzên siyasî û rêxistinên jin û civakî li Qamişloyê civiyane da ku di bin dirûşma “Bi hev re em mafê jinê di destûra Sûriyayê de misoger bikin” nêrîneke stratejîk ava bikin. Ev konferans di pêvajoya çareseriya siyasî de, xaleke girîng e ku xwe dispêre wê baweriya ku azadiya jinan misogeriya yekane ya Sûriyayeke cihêreng û demokratîk e. Her wiha azadiya jinê û civaka demokratîk, kevirê bingehîn ê peymaneke civakî ya nûjen e ku bermahiyên hîmên desthilatê û navendîbûnê hildiweşîne. Li gor nirxandin û pêşniyarên stratejîk, konfransê ev derencam û amojkariyên li jêr saz kirine:

  1. Destkeftiyên “şoreşa jinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê weke mafên sereke di destûrê de bên pejirandin û bicihkirin. Her wiha bicihkirina nirxên wekheviyê, destkeftiyên dîrokî li dijî her paşveçûneke siyasî yan jî ya zagonsazî ya pêşerojê, diparêze.
  2. Wekheviya tam a ji sedî 50 ji bo karkirina hemû birêveberiyên di saziyên dewletên yên serwer, parlemanî û daweriyê de weke hîmekî bingehîn û standarteke zagonî ya tekane bê pejirandin. Bi awayekî ku serdemên serdestkirina biryariya siyasî bi dawî bîne û dadweriya bikalîte di birêveberiyên dewletê de misoger bike.
  3. Sazkirina destûrî ya sîstema “nenavendîbûna demokratîk” weke çarçoveyeke siyasî û yasayî ji bo entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de be. Misogerkirina veguherîna wan bo yekîneyên rêveberiya xweser ku hemû desthilatên qanûnî û rêveberî di dest de bin. Herwiha bêhempabûna ezmûna demokratîk a jinan wekî modelek neteweyî ya siruşbexş be parastin.
  4. Hêzên Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) weke kevirê bingehîn di nava rêxistina berevaniya nîştimanî ya Sûriyeyê de bê pejirandin. Di heman demê de serxwebûna wê ya rêxistinî û birêvebertiyê weke hêzek ku civakê diparêze û ewlehiyê li dijî terorîzm û hemû şêweyên hişmendiya dûrxistinê misoger dike, bi tevahî diparêze.
  5. Zagonên demokratîk ku fermiyeta xwe bi hemû rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dikin bên sazkirin. Her wiha hemû cureyên armancgirtin û sînordarkirina ewlehiyê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de bên qedexekirin.
  6. Yasayên giran ku axaftinên nefretê, nehezkirinên li dijî jinan weke sûc û tawan bên dîtin, bên sazkirin. Her wiha mekanîzmeyên zagonî ji bo sizakirina her kesên ku teşhîr an jî kampaniyên sîstematîk der barê rêber û pêşengên jin bi armanca dûrxistina wan ji qada giştî yan jî rola wan a siyasî û civakî reş dikin, bên danîn.
  7. Desteyeke parastina mafên jinan bê avakirin ku bi destûr ve bê piştgirikirin û ji mafên wê be ku her zagon an jî yasaya ku li dij rêgezên wekheviyê ye, nepejirîne. Her wiha desthilata qanûnî ya çavdêriya hemû zagonên neteweyî bi peymanên navneteweyî re hevrû bike jê re bê dayîn.
  8. Danpêdana fermî û giştî bi minhacên perwerdehî, rêxistin û saziyên tenduristî û yên rajeyê dikin yên rêveberiya xweser bê dayîn û pejirandin. Her wiha pirzimanî û pirçandî (kurdî, siryanî, erebî, ermenî) weke mafekî niştmanperweriyê yên pîroz bê dîtin ku di çarçoveya nenavendî de û bêyî destwerdana desthilatdariya navendide xwe bi rê ve dibin.
  9. Yasayeke sîvîl û yekgirtî yên rewşên kesayetî ku ji “zagona jinê” ya ku di Rêveberiya Xweser de pêkhatî ye, bê siruşgitin ku hemû zagonên cewaziyê ji holê radike û parastina jinê ji hemû cureyên tundiyê misoger dike û serweriya bêsînor der barê karûbarên xwe yên sîvîl û jiyanî digire dest.
  10. Azadiya veguhestin û çûn û hatinê, niştecihî û karê di qadên jin, sivîl û siyasî yên hemû jin û çalakvanan li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê de bêyî dersînorkirina birêveberî û ewlehî, bên misogerkirin. Her wiha hemû cureyên çavdêriyê yên ku bi çalakiyên giştî ve girêdayî ne bên qedexekirin.
  11. Hemû girtî, kesên ku bi zorî hatine revandin, kesên ku ji ber çalakiyên wan ên siyasî û sivîl hatine revandin, bê şert û merc serbest bên berdan. Xebateke sîstematîk ji bo çarenûsa kesên wenda jî bê meşandin. Ev dosya weke dozeke mirovî û li ser danûstandinê re be û pabendbûneke sincî û niştimanî be.
  12. Dadweriya veguhêz ku li hember zayenda civakî hestiyar be, bê avakirin ku sizakirina kesên ku binpêkirin kirine têxe destpêka armancên xwe. Her wiha qurbanî û kesên ku ji şer rizgarbûyî û rastî ziyanên derûnî û madî hatine, bedêl ji bo wan bê dayîn.
  13. Pabendiya niştimanî û navdewletî bi vegera xwebexş û biewle ya penaberan ji cih û warê xwe, bê kirin. Herwiha demildest kar li ser jiholêrakirina hemû şopên guhertina demografîk bê kirin.
  14. Toreke jinan a ku hemû ideolojî û mezheban derbas dike bê avakirin da ku nûnertiya vîna jina sûrî di hemû dezgehên biryardana navdewletî de ku bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye, bisepîne. Herwiha tu hevpeymaneke civakî yan jî tu destor bêyî jinan neyê nivîsîn û ev yek divê misoger be.
  15. Amadekirina destûrekê ku parastina yasayî û ewlehî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin û çalakvanên siyasî peyda bike û her destwerdana dezgehên ewlehiyê di xebata sivîl an siyasî ya serbixwe de sûcdar bike.
  16. Beşdarbûna çalak û hevbeş a jinan di hemû komîteyên nivîsîna destûrê de bê tekezkirin da ku xalên destûrî ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî digire ser milê xwe misoger be.
  17. Serxwebûna çavkaniyên aborî yên ku ji bo projeyên jinan di nav budceya giştî ya dewletê de têne veqetandin bên sepandin da ku bihêzkirina aborî ya jinan wekî beşek yekgirtî ya serxwebûna wan a siyasî û civakî misoger bike.

Li ser bingeha van xalan û bi naskirina giraniya berpirsiyariya dîrokî ya li ser milê me; em, rêxistinên jinan, yekitî û partiyên siyasî, pabendbûna xwe ya bi hêz û prensîbî ji bo pejirandina van derencaman weke ku weke nexşerêyeke yekpar ji bo têkoşîna xwe radigihînin.

Em biryardariya xwe ya ji bo seferberkirina hemû rêbazên siyasî, dîplomatîk û yasayî û aktîvkirina hemû amûrên zextê yên stratejîk li ser asta neteweyî û navdewletî piştrast dikin da ku ev nêrîn di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire. Herwiha em niyaza xwe ya avakirina hevpeymanên berfireh ên neteweyî û navdewletî radigihînin ku dê bandora gotûbêjên me zêde bikin û peyama me bigihînin hemû saziyên biryardanê yên neteweyî û navdewletî. Parastina destkeftiyên şoreşa jinan û bicihkirina wan di destûrê de pabendbûnek bêdawî ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin da ku piştrast bikin ku ev stratejî vediguherin rastiyek yasayî û sazûmanî ku mafên hemû jinên Sûriyeyê diparêze, rûmeta wan diparêze û rola wan a pêşeng di birêvebirina Sûriyeyê de ber bi veguherînek demokratîk a berfireh ve mîsoger dike.”