Home 2026 Şervana YPJ Nucan Serdar Amed: “Bi ruhê Newrozê tekoşina xwe bilind bikin”

Şervana YPJ Nucan Serdar Amed: “Bi ruhê Newrozê tekoşina xwe bilind bikin”

51

Şervana YPJ Nucan Serdar Amed bi peyamekê Cejna Newroza Gelan pîroz kir. Di peyama xwe de wê diyar kir ku ruhê Newrozê nîşana nûbûnê û tekoşîneke bêhempa ye. Û wiha peyama  xwe domand: “Di serî de, em 21ê Adarê, roja Cejna Newrozê, li Rêber Apo û hemû rêhevalên me yên ku di çeperan de berxwedanê didin, tekoşin dikin û di dîlgirtiyê de ne, pîroz dikin. Her wiha, bi ruhê Kawayê Hesinkar, em vê cejnê li malbatên şehîdan û malbatên dîlgirtiyan jî pîroz dikin.

Cejna Newrozê ku em her sal pîroz dikin, ji bo me û gelan gelek bi wate û pîroz e. Di roja Newrozê de di dîrokê de tekoşîneke mezin hatiye meşandin û serhildaneke girîng derketiye holê. Bi ruhê Kawayan, bi ramanên Rêber Apo û bi ruhê şehîdan, em tekoşina xwe bilind dikin.

Bila dijminên qirker û dagirker baş bizanin ku em tu caran li hember kiryarên wan bêdeng namînin û serî natêwînin. Em niha li çeperên Kobanê ne û axa xwe diparêzin. Bi ruhê Newrozê em ê tekoşina xwe zêde bikin û di nava şoreşa jinan de bi taybetî gavên xurttir bavêjin.”

Di dawiyê de, wê Cejna Newrozê li hemû gelan û cîhanê pîroz kir.