Ev demeke di çarçoveya şerê taybet û polîtîkayên reşkirinê de, derbarê kuştina kesê bi navê Elaadîn El Emîn de nûçeyên bêbingeh û îdîayên bi qestî di medyaya civakî de tên belavkirin. Ev êrîş yekser pergala me ya civakî û destkeftiyên şoreşê hedef digirin.
Em bi awayekî fermî radigihînin ku tu têkiliya yekîneyên me an jî endamên me bi vê bûyerê re nîne. Ev tometên ku li ser hêzên me yên leşkerî tên kirin, hewildanên qirêj ên ji bo qelskirina baweriya gel û artêşa me ne.
Hedefgirtina fermandara me Destîna Kobanê, êrîşeke li dijî îradeya jinê û rûmeta berxwedanê ye. Tu elaqeya hevala me bi vê buyerê re nine.
Civaka me divê li hemberî van lîstikên ku dixwazin bi rêya provokasyonan tevlîheviyê derxin, hişyar be. Armanca van nûçeyan têkbirina aramiya herêmê ye.
Em sersaxiyê ji malbata Eleedin El Emîn re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin; em ê ji bo ronîkirina rastiyê û parastina nirxên exlaqî yên civaka xwe, her cure erkên siyasî û leşkerî yên ku dikevin ser milê me bi cih bînin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
19-03-2026










