Îro li bajarê Girkê Legê bi beşdariya bi sedan şêniyan û endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), meşeke girseyî hat lidarxistin. Ev meş ji bo piştrastkirina piştgiriya gel a mutleq ji bo yekîneyan û daxwaza naskirina wan wekî hêzeke leşkerî ya fermî di nav dewleta Sûriyeyê de wek fermı were qebulkirin.
Beşdarên meşê alên YPJ’ê hildan û dirûşmên ku girêdana navbera civakê û hêzên leşkerî yên jinan nîşan didin berzkirin. Yek ji dirûşmên herî girîng ev bû: “Em hemû YPJ ne.. û YPJ nûnertiya me dike.” Vê xwepêşandanê biryardariya gel a ji bo mîsogerkirina mafên jinan di qadên parastin û siyasî de nîşan da.
Di dema kombûnê de, li ser navê Kongra Star axaftinek hat kirin û tê de bal hat kişandin ser rola sereke ya ku yekîneyan di parastina herêmê de lîstiye. Rêveber Zulfeya Ebdo di axaftina xwe de got:
“Pêdivî ye ku dewlet Yekîneyên Parastina Jin wekî hêzeke leşkerî ya fermî qebûl bike, ji ber ku ew hêzek e ku bi salan têkoşînê îradeya xwe ya polat îsbat kiriye. Ev yekîne rû bi rû li dijî zihniyeta DAIŞ’ê û pergala desthilatdar a mêrsalar şer kirin. Ji ber wê, em îro piştgiriya xwe ya tam ji bo wan radigihînin û bi yek dengî dibêjin ku ev hêz nûnertiya me hemûyan dike.”
Meş bi berzkirina dirûşmên germ ên ku têkoşîna YPJ’ê silav dikin û ramanên Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin bi dawî bû. Di meşê de hat destnîşankirin ku çalakiyên ji bo daxwaza mafên rewa yên jinan di diyarkirina çarenûsa xwe û parastina destkeftiyên xwe yên leşkerî û civakî de wê berdewam bikin.











