Home 2026 Bi Boneya 4’ê Nîsanê Û Damezrandina YPJ Amadekariyek Berfireh Hatiye Kirin

Bi Boneya 4’ê Nîsanê Û Damezrandina YPJ Amadekariyek Berfireh Hatiye Kirin

78

Bi boneya 4’ê Nîsanê û damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê li statyoma 12’ê Adarê ya Qamişlo amadekariyek berfireh hatiye lidarxistin. Statyom bi alên Rêbertî û Şehîdan û wêneyên Rêbertî hatiye xemilandin.

Tê payîn ku ji aliyê Endama Fermandariya Giştî ya YPJ û Endama Koordînasyona Kongra Star ve hem ji bo rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê  axaftin werin kirin.

Piştre di rêze bernameyên hunerî de wê Koma Stêra Zêrîn, hunermend Sumeya Mihemed, hunermend Keder Hisên û hunermend Mufîde Efrîn derkevin ser dike.