Bi boneya 4’ê Nîsanê û damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li statyoma 12’ê Adarê ya Qamişlo şahiyek bi heybet hate lidarxistin. Statyom bi alên Rêbertî û Şehîdan û wêneyên Rêbertî hate xemilandin. Şahî bi dirûşma ‘4’ê Nîsanê Roja Afirandina Azadiya Jin û Civaka Demokratîk E’ pêk hat.
Destpêkê toreneke leşkeri ji aliye Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hate lidarxistin. Piştre Fermandariya Giştî ya YPJ û QSD’ê Newroz Ehmed axivî û rojbûna Rêbertî û damezrandina YPJ’ê destpêkê li Rêber Apo, tevahî gelê welatarêz û jinan pîroz kir.
Newroz Ehmed balkişand ser girîngiya rojê û wiha anî ziman: ‘Ev roj ne roja zayîna kesekê ye, di heman demê de zayîna jina azad û gelekiye. Rêber Apo di bin hemû şert û mercên dijwar de ne tene ji bo me, ji bo tevahî deverên ku îro şer lê girane bûye rêya çereseriyê da diyarkirin. Rêya çareseriya demokratîk ku çawa entegrebûyîna demokratîk pêş bikeve modela herî rast a çareseriyê daniye holê. Ev çareseriya niha pêşketiye di serî de bi keda Rêber Apo ye.
Newroz Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi saya berxwedaniya gel ku çi bedel hebe da û heta azadiya xwe têkoşîn dike û wiha anî ziman: ‘Hin kesên ku bi demokrasiye û wekheviyê bang dikirin û lê kêleka me sekirinîn em spasî û minetdariyên xwe peşkeş dikin, taybet ku pêşengtiya ku ji jinê destpê kiriye. Avabûna Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku îro 14 salên xwe tijî kirî, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kir. Îro jin di hemû qadên têkoşînê de cih girtin û ev şoreş bû şoreşa jinan. Lê aliyên desthilatdar ku navenda wê mêr e dixwazin jinan di paş de bihêlin. Peyama me zelal e, çawa ku me di her qadên têkoşînê de pêşengî kir, em ê dîsa vê têkoşînê bidomînin. Jibona ku Sûriye bibe Sûriyeyek demokratîk hebûna yekîneyên jinan tişteke ku nebe nabe ye. Xweparastina jinan mafek rewa ye. Hûn dizanin di demên dawîn de jî hevdîtinên me çêbûn, ji bo jin di nava parastinê de cih bigire dê hevdîtinên me berdewam bikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ û QSD’ê Newroz Ehmed di dawiyê de ji bo mijara dîlgirtiyan jî wiha anî ziman: ‘Ji bo azadkirina hevalên me yên dîl jî têkoşîna me didome. Em soza xwe ya parastina vî gelî, soza me daye şehîdan nû dikin û em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em soza xwe nû dikin ku em ê gelê xwe ji hemû êrîşan biparêzin.’
Piştî axaftina Newroz Ehmed dirûşmên ”Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana YPJ’ê” hatin berzkirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hemo axivî û 4’ê Nîsanê pîroz kir û anî ziman ku yê ku em hemû li vir anîn gel hev rûhê fedaî yê zarokê vî gelîne û wiha anî ziman: ‘rojbûna Rêbertî di dilê herkesî de wê ronahî bide. Îro projeya Rêber Apo ku li çar parçeyên Kurdistanê ya mafê Kurdan bi vî rihî pêş ket. Lê li hemberî azadiyê, demokrasiyê hişmendiyek desthilat heye. Dixwaze vê rojê reş bike, nasnameya gelê Kurd û jinan nas nake. Li hemberî fikrê Rêber Apo êriş hene. Di kanala Ava TV de li ser wêneyên Rêber Apo tarîtiyê çêdike, kes nikare fikrê Rêbertiyê û 4’ê Nîsanê tarî bike. Em vê nêzîkatiyê napejirînin.
Jiyan Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: ‘Em ê li hemberî ku nasnameya jinan, gelan napejirîne tê bikoşin. Heta em Sûriyeyek demokratîk ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. YPJ hêza parastina jinan e, heta em YPJ’ê bidin pejirandin em ê li ber xwe bidin û her di nava têkoşînê de bin.
Piştre di bernameyên hunerî de Koma Stêra Zêrîn, hunermend Sumeya Mihemed, hunermend Keder Hisên û hunermend Mufîde Efrîn derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêşkirin.











