Home 2026 YPJ li Kobaniyê salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Abdullah...

YPJ li Kobaniyê salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin

55

Şervanên YPJ`ê ji bo pîrozkirina salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan berê xwe dan Girê Miştenûrê li Kobaniyê. Şervanan rêber Abdullah Ocalan pîroz bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rêber!” û “Bijî berxwedana jinan!” qîr kirin.

Dema ku gihîştin Girê Miştenûr, şervanan di nav tilîliyan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe!” de dar çandin. Piştre, ji fermandarên YPJ`ê, Dilbrîn Kobanî li Kobaniyê axivî û 4ê Nîsanê li hemû şervanan, şehîdan, malbatên wan û gelê Kurd pîroz kir.

Piştî ku axaftin bi dawî bû, şervanên jin govend gerandin.