Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîmek cenazeyê 13 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinan li dar xist.
Şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev in: Mihemed Şehab El-Rumeyz, Ednan Xeder El Rumeyz, Mihemed El-Mihemed Marî Neama, Heze Musari El-Mihemed, Şueyb, Çiyagir Armanc, Jan Bulat, Aram Qamişlo, Rohat Qamişlo û Diyar. Şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev in: Zeyneb Mihemed, Hêzil Arjîn û Hêzil Tolhildan
Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin, li wir wêneyên şehîdan û alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) hatin bilindkirin
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên şehîd Diyar Qamişlo, Çiyager Armanc, Zeyneb Mihemed, Hezel Arjîn û Mihemed El-Mihemed Merî Ne’ma di nav sloganên bilindkirina têkoşînê de hatin veşartin.











