Şêniyên Kobanê bi merasîmeke bi heybet 3 şervanên YPJ’ê veşartin û du şehîd jî bibîr anîn.
Şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan (Emîne Ehmed), Jiyan Kanîwar (Sîdra Xeşman) û Awaz Çiya (Melek Bozan) di 21`ê Çileyê li Reqa şehîd bİbûn, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin veşartin. Di merasîmê de şervanên YPG`ê Kurdo Kobanê (Ismet Hesen) ê 4`ê Nîsanê li Kobanê şehîd bibû û şervana YPJ’ê Rojeng Jînda (Sîham Cemal) a 21`ê Çileyê li Reqa şehîd bibû, hatin bibîranîn.
Merasîma ku bi sedan kes beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pêk kir. Piştre endamê Meclîsa Malbata Şehîdan a bajarê Kobanê Şêx Ehmed Hemo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Ji fermandarên YPJ`ê yên bajarê Kobanê Stêrk Kobanê, jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ” Şehîdên me rêya azadiyê û têkoşînê hilbijartibû û heta kêliya xwe ya dawiyê li hemberî dijmin têkoşiyan. Weke YPJ`ê em ê jî têkoşîna xwe xurtir bikin. Îradeya me xurt e, em ê her tim li ser lingan bin û li ber xwe bidin hata asta serkeftinê.”
Dûre li ser navê malbata şehîd Arîn Mîrkan, helbestek hat xwendin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên sê şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” hatin veşartin












