Home 2026 Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan...

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan Mihemed” û endama Meclîsa Leşkerî “Destîna Heleb”, pêşwazî li tîma jinan a Hîlalê kirin

76

Li ser banga lîstikvanên tîma futbolê ya jinan a Hîlalê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) “Rohilat Efrîn”, tevî Berdevka YPJ’ê “Roksan Mihemed” û endama Meclîsa Leşkerî “Destîna Heleb”, pêşwazî li tîma jinan a Hîlalê kirin, da ku pirsgirêkên dawî yên girêdayî meşa tîmê û lîstikvanan nîqaş bikin

Di hevdîtinê de, nîqaşên berfireh li ser rastiya weşana werzîşa jinan û rûbirûbûna astengiyên li pêşiya lîstikvanan hatin kirin. Herdû fermandaran piştgiriya xwe ya tam ji bo meşa lîstikvanên Hîlalê ya li hundir û derve nîşan dan, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiy

Ji aliyê xwe ve, lîstikvanan spasiya Fermandara YPJ’ê “Rohlat Efrîn” û Berdevka Fermî ya YPJ’ê “Roksan Mihemed” kirin ji bo piştgiriya wan a ji bo dozên jinan bi giştî û lîstikvanên tîma Hîlalê bi taybetî. Wan her weha tekez kirin ku ew bi biryar in bi baştirîn şêweyê ku şayendê qurbanîdan û berxwedana jinê be derkevin pêş, di bin dirûşmeya: “Jin, Jiyan, Azadî”.