Home 2026 Penaber Efrîn: Em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê sûriyeke demokrat...

Penaber Efrîn: Em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê sûriyeke demokrat bidin avakirin.

49

Di 26’ê Nîsanê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi kampanyaya piştgiriya YPJ’ê kir.

Bi vê boneyê yek ji Fermandara  YPJ’ê Penaber Efrîn diyar kir ku jinên ku berê nedikarî li hemberî sîstemê serî rake îro hemleyek dane destpêkirin ku xwedî li mîrasê jin derkeve û wiha anî ziman: ‘Bi îrade, bibîr û baweriya gelê me YPJ wê têkoşîneke bê hempa bide meşandin. Di heman demê de wê xwedî li xeta fedayetî ku li Rojavayê Kurdistanê hatî kirin û di heman demê de xwedî li banga jinan derbikeve.’

Penaber Efrîn di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: ‘Hemle bi banga jinan destpê kir û em jî dibêjin weke YPJ em ê bi hemû hebûna xwe xwedî li wê bangê derbikevin, da ku statûya YPJ’ê hem li Sûriyê û hem jî li Cîhanê bidin qebûlkirin. Bi destek dayîna vê hemlê em ê bikaribin di destûra bingehîn ya Sûriyê de weke xaleke sereke YPJ devlî artêşa Sûriyê bibe.  Wê têkoşîna me hemû li ser vî esasî be.

Penaber Efrîn bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê ku dewletên NATO ku nedikarîn DAIŞ’ê têk bibe û wiha anî ziman: ‘YPJ’ê bi fikir û felsefeya xwe ya ji Rêber APO girtiye bi wê hêza xwe çeteyên DAIŞ’ê têkbir. Ger bi rêya siyasî û dîplomasî YPJ neyê peydakirin wê ev çek ji destê YPJ’ê nederkeve.

Penaber Efrîn di dawiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: ‘Di kar û xebatê me yê ku em niha didin meşandin ku em bikaribin di Rojava de em bikaribin ku Sûriyeke demokrat ava bikin. Dema em dibêjin Sûriyeke demokrat, em ê bi YPJ’ê û bi çeka YPJ’ê bidin avakirin.’