Home 2026 Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, bi dirûşmeya “Jin bi hunerê...

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, bi dirûşmeya “Jin bi hunerê helbesta jiyanê dinivîsîne”, şahiya bidawîbûna sala xwendinê ya 2025-2026’an li dar xist.

18

Di şahiyê de ku li avahiya peymangehê ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi rê ve çû, encamên salekê yên xebat û xwendina xwendekaran hatin pêşkêşkirin. Şervan û nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî beşdarî şahiyê bûn û xwendekar di vê roja wan a taybet de bi tenê nehêştin. Hunerhez, şervanên YPJ’ê û mêvanên ku beşdarî şahiyê bûn, şahidî ji pêşketina xwendekaran re kirin.

Di şevbuhêrkê de xwendekaran di sê beşên sereke de berhemên xwe yên serkeftî nîşan dan. Di beşa şêwekariyê de pêşangeha tabloyên ku bi destê xwendekaran hatibûn xêzkirin baleke mezin kişand. Di heman demê de di beşa sînemayê de kurtefîlm û xebatên sînemayî yên xwendekaran hatin nîşandan. Di beşa mûzîkê de jî beşdar bi stran û amûrên mûzîkê yên ku ji aliyê xwendekaran ve hatin jandin, bîskên xweş derbas kirin.

Rêveberiya peymangehê di dawiyê de spasiya hemû beşdaran û şervanên YPJ’ê kir û destnîşan kir ku hebûna gel û parêzvanên wan di şahiyê de, ji bo xwendekaran bûye heyecan, kêfxweşî û hêzeke mezin.