Home 2026 JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

262

Dîroka berxwedaniya gelê kurd, bi kedkarî û qehremantiya jinan ve heta roja me ya îro di her serdemê de tenê jiyana azad layiqî gelê xwe dîtiye. Şoreşa jin a Rojava jî mînaka vê rûhê pîroz ya jinan e.  Hevreyên me Denîz întîqam û Gerîla Çiya jî di nava rûpelên berxwedaniya Şoreşa Rojava de bi ked û qehremaniyên xwe, bûn mînakên berxwedaniya jinên Kurd ên serhildêr. Hevrêyên me Denîz û Gerîla di berxwedaniya dîrokî ya Efrînê de cihê xwe girtin. Ji bo ku rênedin dagirkeran canê kirin mertal, ji bo parastina nirxên civakî û mirovî heta dawî bi werekî şer kirin û tevlî karwanên nemiran bûn. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo, malbatên hevrêyên xwe Denîz û Gerîla û  gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Cemîle Seîd bi nasnav Denîz İntîqam, li bajarê  Efrînê çavên xwe li cîhanê vedike û bi  çanda resen a jinên Efrînê mezin dibe. Ew di  nava malbateke welatperwer de mezin dibe, di zaroktiya xwe de ji bo parastina çand û welatê xwedî legerîn bû. Cemîle her ku mezin dibe di kesayeta xwe de evîna rasteqîn bi welatparêziyê re dike yek û di 2012’an  de navê Dênîz İntîqam werdigire, ji bo azadî û aramiya welatê xwe dest bi xebatê dike. Bi destpêka şoreşa Rojava re, bi dildariyeke mezin di avabûna Yekîneyên  Parastina Jin de cihê xwe digire. Hevrêya me Denîz întîqam bi tevlîbûna xwe ya  aktîf û dilnizim ve her tim bala hevrêyên xwe dikişand. Ji bo ku tekoşîna xwe ya bîrdozî û leşkerî di asta herî jor de bide meşandin û kesayeta xwe bi feraseta ‘Jin,Jiyan,Azadî’ re bike yek, di akademiyên bîrdozî û leşkerî de xwe perwerde dike. Bi bîrdoziya jiyana azad û li ser bingehê parastina rewa jiyana xwe bi rêxistin dike. Di nava refên tekoşînê de êdî Denîz bi sekin û tevlîbûna xwe ve weke şervan û fermandareke pîvanên jina azad di kesayeta dide rûnişkandin, her wiha ji bo tolgirtina bi sedan rêhevalên xwe, bi ked û fedekariyeke mezin  tekoşînê dike. Ji Efrîn, Kobanî heta Cizîrê li hemberî êrîşên li ser axa welat heyî çeper girt, şer kir û birîndar bû, herî dawî jî hevrêya me Dênîz di berxwedaniya efsanewî ya Efrînê de bi awayekî lehengane şer kir, bû mînaka jina kurd a berxwedêr. Hevrêya me Denîz li hemberî êrîşên hovane yên ku qirkirina gele me armanc dikir, rawestiya û weke xwedavendeke serdemê ku parastina axa welat kir. Bi rûhekî pîroz, wêrek û berz li hemberî dagirkeran di nava berxwedaniya dîrokî de bû sembola qehremantiya axa Mezopotamya. Hevrêya me di 7’ê Tîrmeha 2018’an de li Efrînê navçeya Raco tevlî karwanên nemiran bû.

Rewşen Eswed jî bi nasnava Gerîla Çiya, li Efrînê dayik dibe û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Hîna di temenekî biçûk de rastiya dijmin dibine. Li hemberî wê jî bi destanên qehremaniyê yên zarokên welatê xwe re mezin dibe, ev rûhê pîroz yên axa Mezopotamya bandoreke sereke li ser fikir, tevger û jiyana wê dikin. Di temenekî ciwan de berpirsiyartiya şoreşê hildigire ser milê xwe û di 2016’an  de navê Gerîla Çiya hildigire, tevlî nava refên YPJ dibe. Hevrêya me Gerîla Çiya bi sekna xwe îsbat kir ku fikrandina mezin bi xwe re jiyaneke bi wate diafrîne. Ji bo Gerîla jî jiyan ne tenê bûyereke zayin û mirinê bû, jiyan bi qasî wate lêbarkirinê mezin û bi qasî tekoşînê zindî bû. Ev feraset di tevlîbûna hevrêya me Gerîla de, di sekin û gavên wê yên di  nava şoreşê de her roj bêhtir diyarker dibû. Ji bo hevrê Gerîla azadiya welat û yekîtiya gelan bingehê jiyanê azad bû, jiyan di kenê Gerîla de bi awayekî herî paqij  hatibû neqişkirin. Bi sekin û tevlîbûna xwe ji tevahiya jinên cîhanê re îsbat kir ku dema ezim û îrade di taybetmendiyên jineke ciwan de bigihêje hev û du  êdî ti  feraset an jî ti alozî nikarin li hemberî wê bisekine. Li ser vî esasî hevrêya me Gerîla di nava refên YPJ ê de,  bi bawerî û dilnizmiyeke mezin beşdar bû.  Li ser bingehê azadiya ferd, azadiya ax û welate, bi wêrekî û serbilindî ji bo welatê xwe şer kir. Herî dawî di 8’ê  Adar 2018’an di berxwedaniya  efsanewî ya Efrînê de, navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên şoreşa Rojava de nivîsand û tevlî karwanên nemiran bû.

Li ser vê bingehê, em wekî şopdarên vê mîrateya pîroz diyar dikin ku; tolhildana me ya herî mezin, avakirina jiyana azad e. Di şexsê hevrêyên me Dênîz û Gerîla de, bi hezaran şehîdên me canê xwe di oxira azadiya welat de feda kirin, emê jî têkoşîna hevrêyên xwe yên nemir bi serkeftinê tacîdar bikin. Em hemû şehîdên şoreşa azadiya gelan bi minet û hûrmetdarî bi bîr tînin û soz didin ku; em ê xewn û xeyalên wan ên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez mîsoger bikin.

 

Fermandariya Giştî ya YPJ

16.07.2026

Nav û Paşnav  :  DENİZ İNTİQAM

Nav û Paşnavê Rast:   CEMİLA SEİD

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê  :  EFRİN   01/01/1998

Navê Dayik : NURHAN

Navê Bav  : MUSTAFA

Dîroka Şehadetê :  07/07/2018

 

 

Nav û Paşnav  :  GERİLA ÇIYA

Nav û Paşnavê Rast:   REWŞEN ESWED

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê  :  EFRİN   05/01/2001

Navê Dayik : EMİNE

Navê Bav  : REHİM

Dîroka Şehadetê :  08/03/2018