Home 2026 Li Kobanê Merasîma 8 Şehîdên Ku li Goristana Şehîd Dicle Hat...

Li Kobanê Merasîma 8 Şehîdên Ku li Goristana Şehîd Dicle Hat Oxirkirin

80

Iroj merasîma oxirkirina 8 lehengên şerê Minbicê li bajarê Kobanê hat oxirkirin.

Merasîma 8 şehîdan li bajarê berxwadana Kobanê hate lidarxistin  amadebûna bi sedan ji gelê Kobanê. Ji hêzên leşkerî û malbetên şêhîdan merasîma oxirkirinê hate destpêkirin.

Merasîm destpêkê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdan hate destpêkirin.

Di merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan Eyşa Efendî wiha axifî’ “Em îro li vir 8 cangoriyên xwe yên leheng oxir dikin ku wan li Minbicê ji bo parastina rûmeta gelê me û nirxên şoreşa me canê xwe feda kirin. Xwîna van şehîdan ne tenê xwîna Kobanê an Minbicê  ye, xwîna tevahiya Rojava û Sûriyeya azad e.

Eyşa Efendî di dawiya axaftina  xwe de weha anî ziman:  Em ê riya şehîdên xwe bidomînin heta avakirina Sûriyeke demokratîk û azad ku tê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbetan wan hate kirin û bi silûganên şehîd namirin darbestên şehîdan li ser milên hevalên xwe hatin oxirkirin.