Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin ku her bostek xaka me bi xwîna lehengên me yên azadiyê tê parastin. Di giştî dîroka mirovahiyê de jinan pêşengtî kirine û bûne xwediyên çalakiyên mezin û di nava tevgera me de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine. Pêşengtiya jinên şerker îro bûye rastiya jiyana ebedî. Hevrêyên me Eylem Cûdî, Silava Kurdistan û Eylem Çiya ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe heta henaseya xwe ya dawiyê şer kirin û di dem û cihên cuda de gihaştin asta şehadetê. Em di serî de ji mîmarê jiyana azad Rêber APO re, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û tevahî gelê xwe yê azadîxwaz re sersaxiiyê dixwazin.
Di nava têkoşîna azadiyê de, her hevrêyeke ku tevlî refên berxwedanê dibe, bi biryardarî û kedeke mezin şopa xwe li ser dîroka gelê me dineqişîne.
Hevrêya me Eylem Cûdî yek ji wan lehengên nemir bû ku bi biryardariyeke mezin berê xwe da eniyên pêş ên şer. Hevrê Eylem di nava malbateke welatparêz de mezin bûbû, bi çand û nirxên welatê xwe re bûbû yek. Wê diyar kir ku parastina Efrînê, parastina rûmeta mirovahiyê ye û bi ruhê fedaiyane yê hevrêyên xwe re, li hemberî teknolojiya herî pêşketî ya dagirkeran, bi vîneke pola bû sembola berxwedanê. Hevrê Eylem Cûdî bi sekna xwe ya milîtanî, bi rûkeniya xwe di nava dilê hemû hevrêyan de cihê xwe girt û di demên herî dijwar de moral da derdora xwe. Ew ne tenê şervanek bû, her wiha parêzvana nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet bû. Çalakiya wê ya li hemberî zilim û tarîtiyê, bû ronahî ji bo rêbaza têkoşîna me. Hevrê Eylem Cûdî di dîroka 14’ê Adara 2018’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li ser navçeya Mabata ya Efrînê tevlî karwanên nemiran bû.
Di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû pênaseya serhildana hebûn û rûmetê li hemberî faşîzm û dagirkeriyê. Di vê stargeha berxwedanê de, hevrêya me Eylem Çiya, bi fedakarî û hişmendiya xwe ya bîrdozî, navê xwe li ser zinarên Çiyayê Kurmênc weke sembola milîtanbûna Apoyî nivîsand. Hevrê Eylem, azadî weke felsefeyeke jiyanê û vejîna civakî girt dest; ew bi rihê jina azad û civaka demokratîk meşiya. Di kêliyên herî dijwar ên êrîşên artêşa Tirk a dagirker de, bêhtir bîrdoziya parastina xaka pîroz pejirand û li ser xeta fedaitiyê helwest nîşan da. Li ser axa Efrînê mezin bû, bi çanda berxwedanê ya kevnar re bû yek û nirxên welatparêziyê kir bingeha jiyana xwe ya milîtanî. Şehadeta wê bû destpêka geşbûna têkoşîna tolhildanê. Hevrêya me Eylem Çiya di dîroka Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê tevlî karwanên Şehîdan bû.
Yek ji rûpelên herî bi heybet û bi rûmet a vê dîrokê, bê guman Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya sala 2018’an e. Yek ji stêrkên geş û nemir ên vê berxwedanê, hevrêya me ya leheng Silava Kurdistan bû. Hevrê Silava, jineke berxwedêr û dilsoz a axa Efrînê bû. Her kêliya jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe û rûmeta jinê kir. Wê dagirkerî û koletî qet nepejirand. Gava dor hat parastina rûmeta Efrînê, wê bi vîneke ji pola, bi bîrdoziya azadiyê û bi dilê xwe yê fedayî li dijî hovîtiya herî mezin şer kir. Hevrê Silava Kurdistan, di nava xaka pîroz a Efrînê de herikî nav karwanên nemiran û bi şehadeta xwe nîşanî her kesî da ku vîna jina azad û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bi tekoşînê pêkan e. Jiyana wê bû mînak û şopek ji bo hezar ciwanên ku îro li ser xeta wê dimeşin. Hevrêya me Silava Kurdistan di dîroka 9’ê Adara 2018’an li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanên nemiran bû.
Em soz didin ku bîranîna hemû şehîdên azadiyê di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. Ala azadiyê ya ku wan radestî me kiriye, li seranserê axa Kurdistanê ber bi serkeftinê ve bibin û dagirkeriyê ji ser xaka xwe paqij bikin. Xeyalên wan ên Rêbertiya azad û welatekî azad pêk bînin. Em dubare sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Fermandariya Giştî Ya YPJ
27.08.2026

Nav û Paşnav: Eylem Cûdî
Nav û Paşnavê Rast: Fatma Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Navê Dayîkê: Selwa
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 14. 03. 2018


Nav û Paşnav: Eylem Çiya
Nav û Paşnavê Rast: Raniya Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: 1999- Efrîn
Navê Dayîkê: Sewliye
Navê Bav: Ferîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 2018


Nav û Paşnav: Silava Kurdistan
Nav û Paşnavê Rast: Îman Mustefa
Cihê Ji Dayikbûnê: 2000- Efrîn
Navê Dayîkê: Selwa
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn- 2018












