Di dîroka 26’ê Tebaxê de fermandariya me ya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi şandeke fermî ya Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, mijara ewlehî û aramiya Sûriyê û pêşeroja hevkarî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.
Rojeva sereke ya civînê pêşeroja YPJ bû. Hate tekez kirin ku YPJ wek hêzeke taybet û rêxistinkirî dikare di bunya Wezareta Hundirîn de were entegrekirin.
Hevdîtin bi awayek erênî û avaker derbas bû. Ji bo temam kirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an de, wê hevdîtin û danûstandinên me berdewam bikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ
27 Tebax 2026










