Home 2026 Li ser girê Miştenûr, li cihê ku ba ji Efrînê dihat û...

Li ser girê Miştenûr, li cihê ku ba ji Efrînê dihat û li Kobaniyê disekinî, navek bû efsane. Arîn Mîrkan

14

Ew ne tenê jinek bû ku çek hilgirtibû, ew bersiva dîrokê bû bi ruhê YPJ’ê. Jineke Kurd ji Efrînê, ji axa zeytûnan û ji bîhna axa pîroz, dema ku bihîst Kobaniyê di nava agir de ye, weke şervaneke YPJ’ê rabû û berê xwe da cihê ku mirin û jiyan li hev diciviyan.

Dema ku Kobaniyê di bin êrîşa herî hovane ya DAÎŞê de bû, tevahî dinyayê digot “Kobaniyê ket”, dema ku tarîtî dixwest ronahiyê bifetisîne, şervanek, ji Yekîneyên Parastina Jinê derket ser gir. Li hemberî dehan tank û sedan çeteyên ku bi navê Xweda mirovan serjê dikirin, Arînê bi bedena xwe bersiv da. Wê zanîbû ku guleyên wê, wê têrê nekin, lê wê bi baweriya YPJ’ê zanibû ku canê wê dikare bibe bombeyeke ku riya tarîtiyê bigire.

Çalakiya wê ya fedayî ne mirin bû, lê ew jiyan bû. Wê xwe kir xaleke zivirînê di dîroka YPJ’ê de û nîşan da ku YPJ dikare bi tenê li hemberî xîlafeta reş bisekine û bibêje “na”. na, hûn nikarin derbas bibin. Ew kêliya li ser girê Miştenûr, dengê teqîna wê ne tenê çete teqandin, tirsa di dilê hemû jinên cîhanê de teqand û hêvî da wan.

Arîn ji Efrînê bû, lê bû sembola Kobaniyê. Ji ber ku di nava YPJ’ê de fêr bûbû ku Efrîn, Kobaniyê û Cizîr, hemû yek in. Axek e, jinek e û azadiyek e. Eger Kobaniyê bikeve, Efrîn jî tune ye. Lewma ew çû. Ne ji bo mirinê, ji bo ku hemû jinên cîhanê bijîn.

Îro dema ku em li Kobaniyê dimeşin, em li ser şopa wê ya di nava refên YPJ’ê de dimeşin. Her kevirê Miştenûr navê wê dizane. Her bayê ku ji Efrînê tê, bîhna porê wê û bîhna berxwedaniya YPJ’ê tîne. Ew bû çîrokeke ku bi xwînê hat nivîsîn, ne bi pênûsê.

Arîn Mîrkan ne çîrokeke qediyayî ye, ew destpêk e. Destpêka wê yekê ku jina Kurd êdî qurban nîne, ew parêzvan e. Wê di nava YPJ’ê de bi çalakiya xwe ne tenê xwe, lê rûmeta hemû Jinan parast.