Deverek di gerdûnê de bi qîrînên Kobanê
dengê xwe belav dike.
Çoleke zuha çawa ku li benda baranê ye
Cihekî herî wêran çiqas li benda avabûnê ye
Wisa li benda we bû Kobanê
Tevayî hêviyên hatibûn winda kirin
bi hatina we re cardin zindî bûn.
Dema ku bi hebûna we ava dibe Kurdistan
Careke din şîn dibe jiyan
Bi xwîna we geş dibin kulîlk
Welatê agir rojê
Bi tevayî êşên xwe her bihostek wê dibû gulîstan
Tîrêjên rojê li ruyê we yên xweşik dide
Silav ji we re tîne silav
Wê demê;
Kenên we dibin çirûskên ronahiyê
Dengê we dibin stran
Hêza we dibe tirs û xof di dilê neyaran de
Li hember van rastiya pênûsên xizan û destên lerzok
Çi jî binîvîsînin, di aliyê heqîqeta
we anîna ziman de wê kêm bimînin.
Ji Bo bîranîna Şehîdên Rojava









