Li her derê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gel di nava berxwedanê de ye. Gelê Sûriyê li hemû qadan çalakiyan li dardixin û nerazîbûnên xwe ye ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bi rêya çalakiyan tînin ziman.
Îro jî li bajarê Eyn Îsa meşeke girseyî hat li darxistin, gelên bajarê Tebqa, Reqqa û Dêrazorê nerazîbûn û berxwedana xwe, bi gelê bajarê Eyn Îsa re bûn yek û bi çalakiyekî dan nîşandan.
Meş ji diwara Qazê destpêkir û bi slogana “Bijî berxwedana QSD’ê, Bijî Berxwedana Girê Spî û Serê Kaniyê” heya nexweşxaneya Eyn Îsa dewam kir. Piştra meş veguherî çalakîyê, di çalakiyê de hat diyar kirin ku:” Tevahî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê naxwazin dagirkeriya dewleta Tirk, li ser welatê wan bidome. Her wiha anîn ziman ku “Em sivîlin, ne terorîstin ku dewleta dagirker a Tirk me bombebaran dike”. Çalakî bi slogana “Gelê Sûriyê yeke” bi dawî bû.
Eyn Îsa-19.10.2019








