LEZGÎN :
Artêşa Tirk a dakirker û çeteyên El Nusra-DAIŞ’ê dîsa di haziriya êrişê da ye û agirbestê binpê dike. Di van kêliyan de xeta gundê dawudiyê ku dikeve aliyê Zirganê yê girêdayî Serê Kanîyê bi kordîna balafirên keşfê, bi obîs hawan û bi tanqan Bombe baran dike.
Her wiha bi çekên giran û bi kordîna balafira keşfê êrişî gundê Mirêkîs û gundê babil xêr yê girêdayî navçeya Zirgan a girêdayî Serêkaniyê dikin. Şervanên QSD di çerçeveya mafê xwe parastinê de bersiva van êrîşan didin. Di van kêliyan de şer û pevçûnê giran hene.
Navenda Ragihandina YPJ
26.10.2019- Serê Kaniyê








