Encamên şer û berxwedana roja 25emîn li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê
Ebû Rasen û Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandin. Li gundên Ing el-Hewa, Til el-Werd, Xirbe Dibs, Bab el-Fereş, Til Mihemed û Ûm el-Îşba artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin, bi seyareyên zirxî û piştevaniya hêza hewayî pêş de werin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer derket. Li gelek qadan pevçûnên demdirêj qewimîn û di encam de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Herwiha 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin.
Eyn Îsa û Kobanî
Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîş birin ser gundên Xirbet Faris, Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin. Di encama bersivdana êrîşan de şer derket û li gelek qadan hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Hejmara kuştî û brîndaran nehat zelalkirin.
Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 seyareyên leşkerî û maşîneyek kar harin rûxandin.
Di vê berxwedanê de 8 hevalên me brîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD
3ê Mijdara 2019










