Encamê şer û berxwedana roja 27emîn li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê
Til Temir
Artêşa dagirker û komên çete yên wê êrîş birin ser gundê Dibs û herêmên nêzî Menacîr, Leylan, Menax û Feyseliya. Hêzênn me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.
Ebû Rasen
Komên çete di seetên sibehê de êrîş birin ser herêmên sîvîlan. Hêzên me weke bersiv çeteyên li derdora gundên Ing el-Hewa û Til Mihemed hedef girtin. Di encam de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.
Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êrîş birin ser gundên Tibêna, Xirbet Kerem, Bîr Elîsa, Gor Huseyîn kirin. Hêzên me yekser bersiva êrîşan dan û di encam de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Dîsa hêzên em weke bersiva van êrîşan çeteyên li gundên Genteriye, Mesûdiyê, al-Aslim kirin û nêzî di seetan pevçûn qewimî.
Di encama bersivdana hêzên me de bi kêmanî 24 çete hatin kuştin, 10 brîndar bûn, 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin.
Di vê berxwedanê de 3 hevalên me şehîd ketin û 4 hevalên me brîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD
5ê Mijdara 2019










