Daxuyanî

Em ê Bi Xeta Şehîdan Yekîtiya Gelên Sûriyê Misoger Bikin

Em di şexsê şehîd Silava, Nûda, Aryen, û Avaşîn de, şehîdên Berxwedana Rûmetê û zarokên ku li Til Rifetê di encama êrîşeke xedar de şehîd bûn, bi rêzdarî bibîrtînin. Li hemberî lehengî û ruhê fedaî yê şehîdên şoreşa azadiyê soza tolhildanê ya me daye, em careke din nû dikin. Em êşa malbatên her 12 hevalan û malbatên zarokên hatin qetil kirin, parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê Cutmehê ve êrîşên xwe yê dagirkeriyê, faşîzane, qirker bê rawestan dewam dike. Bi hevkarên xwe re pilana qirkirinê ya li ser gelên Sûriyê armanç dike û ji bo vê armanca xwe bi ser bixe serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Êrişa hovane ya herî dawî li ser gelê me yê Efrînê û hedef girtina zarokan, hêrs û kîna xwe li ser gelê me dide der. Xeta şehîdên me li hemberî vê pilangeriya qirker ya dewleta Tirk xeta mezin kirina tekoşînê ye. Xeta parastina welat û destkeftiyên şoreşa bi xwîna şehîdan ava bûyî ye.

Heval Nuda hevaleke me ya Ereb bû û ew jî  ji Minbicê bû. Ew û birayê xwe mil bi mil di nav refên tekoşînê de ji bo parastina gelê xwe û welatê xwe kedek mezin dan. Rêheval Nuda, di temenê xwe yê ciwan de biryar da ku beşdarî nava refên me bibe. Ji bo xwe bighîne kesayeta jina azad her tim di nav lêgerîn û kedeke mezin da bû.  Rêheval Aryen, Silava û Avaşîn, li Serê Kaniyê di şerê Berxwedana Rûmetê de, bûn xwedî ked û fedekariyên mezin. Ev hevalên me di alaya xweser ya şehîd Zîlan Efrîn de cihê xwe digirtin û di taxa Hewarna ya bajarê berxwedêr Serêkaniyê de li hemberî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker destaneya fedekarî û lehengiyeke mezin nivîsandin. Li ser şopa pêşeng û fermandara Berxwedana Serdemê şehîd Zîlan Efrîn, ruhê tolhildanê di xwe de mezin kirin.

Êdî şoreşa me di şexsê jina Kurd û Ereb de îfadeya xwe di yekîtiya xwûşk û biratiya gelê Kurd û Ereb de şênber kiriye. Ev heqîqet bi saya pêşengî û qehremaniya şehîdên me derkete holê. Di şexsê van şehîdên me de pilangeriya dewleta Tirk ya gelan bi hev dide reşkirin vala derketiye.

Weke şopdarên xeta şehîdan, ji bo em xewn û xeyalên şehîdên me ya yekîtiya gelan mayînde bikin, em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Her şehîdek biryardariya me ya tekoşînê hîn xurtir dike. Me tekoşîna xwe li ser xeta şehîdan mezin û fereh kir. Em ji niha û pêde ji bo xwedî li vê keda mezin ya şehîdên xwe derbikevin çi berdêl ji me were xwestin em ê bidin.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê her 4 rêhevalên jin, hevalên bi wan re şehîd bûne, şehîdên Berxwedana Rûmetê û hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin. Ji malbatê wan re, gelê me yê Efrînê û hemû gelê me yê berxwedêr yê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê re sersaxî dixwazin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

4 Kanûn 2019

Gotarên Têkildar

Back to top button