Daxuyanî

Wê Tekoşîna Pêşengê Demê Rêheval ‘Zerdeşt’ Berdewam Bike 

 

Di şexsê fermandar û pêşengê civaka Êzîdî rêheval Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre gihîştin şehadetê em ji malbatê wan re, gelê Kurd û tevahî civaka Êzîdî re sersaxiyê dixwazin.

Dewleta Tirka a dagirker, bê ku ferqê bixe navbera parçe, partî, ol û baweriyan li cihê ku gelê Kurd, xwe bi rêxistin dike, tekoşîn dimeşîne, ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne û êrişên bi armanca tinekirinê pêk tîne. Êrîşa li ser şervanên YBŞ’ê parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Dewleta Tirk, bi van êrişên xwe careke din hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re eşkere dike. Di her fersendê de êrîşî şervanên civaka me ya Êzîdî dike.

Her civakek bi ked, tekoşîn û fedekariyan nirxên xwe ava dike. Civaka me ya Êzîdî jî nirxên xwe yên pîroz, ewladên herî giranbuha mezin kirin. Ew kirin pêşengên xwe yên demên herî zor. Di sala 2014’an de dinya hemû şahidî ji êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî civaka me ya Êzîdî kir. Li hemberî vê hovîtiya mezin ya çeteyan bi dehan keç û xortên Êzîdî di bin fermandariya Lehengê mezin  Zerdeşt de biryara parastina civaka xwe û welatê xwe girtin û li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAİŞ’ê berxwedaniyeke bê hempa raber kirin. Kedek mezin ya rêheval Zerdeşt di ber ciwanên Êzîdî de çêbû. Hêrsa wî ya tolhildanê di şer û tekoşîna wî de li her cihê ku tevlî pêngavan bû xwe da der. Di gelek pêngavên dîrokî de cihê xwe girt. Bi baweriya ku wê ciwanên Êzîdî û şervanên azadiyê DAIŞ’ê bi bin bixin têkoşiya. Li ser bingehê feraseta tola keç û jinên Êzîdî ji çeteyên DAİŞ’ê rabike, rola pêşengiyê da ser milê xwe. Dewleta Tirk bi zanebûn, pêşeng û fermandar Zerdeşt kire hedefa vê êrîşa xwe ya xedar de.

Em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku li hemberî van êrîşên dewleta Tirk yên li ser civaka me ya Êzîdî pêş dikevin bibin xwedî helwest. Her wiha pêwîste dewleta Îraqê bêdengiya xwe bişkîne û helwesta pêwîst nîşan bide.

Em jî weke yekîneyên parastina jin YPJ, dibêjin emê ked û fedekariya rêheval Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre di her kêliya tekoşîna xwe de zindî bihêlin ta ku hêviyên wan û yê bi hezara şehîdan bi cih bînin. Em careke din êş û xemgîniya civaka xwe ya Êzîdî parve dikin û dibêjin wê rêheval Zerdeşt û hevrêyên pêre şehîd bûne timî bibin nîşaneya hêvî û serkeftina me.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê her çar şervanên têkoşînvan de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bîrtînin û soza xwe ya li beramberî wan nû dikin. Em ji malbat û civaka me ya Êzîdî re dibêjin bila serê we saxbe. Bi van zarokên xwe yên leheng û dilwêrek, serfiraz û şanaz bin.

Fermandariya Giştî Ya YPJ

18.01.2020

 

Gotarên Têkildar

Back to top button