Daxuyanî

Komploya 15’ê Sibatê Bi Berxwedana Rêber APO Têk Çûye

 

Em salvegera 21’mîn ya komploya navdewletî a li ser Rêber APO, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Ev komplo, bi berxwedana dîrokî ya Rêber APO, bi tekoşîna şehîdên şoreşa azadiyê û bi tekoşîna ku di pêşengiya jinan de tê meşandin vala derketiye.

Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber APO hate kirin, di bingehê xwe de li hemberî hebûn, nasname û pêşeroja gelan bû. Ev komplo ne tenê li hemberî gelê Kurde, li hemberî tevahî jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hatiye kirin. Hêzên komploger bi dîl girtina Rêber APO, xwestin fikir û felsefeya jiyana azad ji holê rabikin. Xwestin hebûna gelekî berxwedêr û tekoşînvan têk bibin. Lê di serî de ev komplo bi sekna berxwedêr ya Rêber APO û tekoşîna gelên azadîxwaz hate vala derxistin.

Roja 15’ê Sibatê di dîroka tekoşîna gelê Kurd û tevahî mirovahiyê de weke rojeke reş e. Hêzên kapîtalîst û serdest, ji bo desthilatdariya xwe li ser vîna gelan bidin meşandin Rêber APO, li pêşiya xwe asteng didîtin. Ji bona bandora Rêber APO, ya li ser civakê ava dike ji holê rabikin, Rêber APO bi şêwazekî xayînî girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Rêber APO, bi tekoşîna siyasî, polîtîk û bîrdozî hemû pîlangeriyên hêzên serdest deşifre kirin. Rûreşiya van hêzan a li hemberî mirovahiyê dijîn, bi tehlîlên xwe yên dîrokî, siyasî, polîtîk û bi nêrandina felsefîk anî ziman. Li hemberî hişmendiya serdest û feraseta netew dewletê Rêber APO, jiyana azad û wekhev, pêşxist. Li hemberî bê çaretiya hêzên serdest ku li ser gelan ferz dikin, Rêber APO Paradîgma netewa demokratîk pêşxist û weke çareseriya hemû pirsgirêkên civakê dît. Şoreşa Bakûr-Rojhilatê Sûrî ku bi pêşengiya jinan hate pêşxisin di roja îro de ev pergala demokratîk bi awayeke şênber hatiye jiyanî kirin. Yekgirtina gelê Kurd, Ereb, Asur û Sûryan nîşaneya vê heqîqetê ye. Êdî pergala demokratîk ya gelê me di roja îro de weke yekane hêviya çareseriya pirsgirêkên civakî tê dîtin. Ji ber wê bala hemû cîhanê dikşîne ser xwe. Ev rastiya ku îro hemû gel li dora wê bûne xeleka parastinê bi ked û xebata Rêber APO hate pêşxistin.

Li hemberî sekna berxwedêr ya Rêber APO, di serî de dewleta Tirk, hêzên dagirker yên herêmî û hemû hêzên kapîtalîst û hegemonîk, di roja me ya îro de binketine, ji ber wê jî li peyî dek û dolabên nû ne. Êrîşa li ser şoreşa gelan ya Bakûr-Rojhilatê Sûrî vê rastiyê îfade dike. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de biryara dagirkeriya Rojava û hemû Bakûrê-Rojhilatê Sûrî ne biryareke tesadûfe. Ev biryar, li ser maseya hêzên komploger hate girtin û bi destê Tirkan kete meriyetê. Bi vê êrîşê peyameke wiha xwestin bidin gelên rojhilata navîn û bi taybet tevahî jinan, ger hun bi vîna xwe, tevbigerin emê jî we di qirkirinê re derbas bikin. Dewleta Tirk ji bo xewn û xeyalên Osmaniya nû li Rojhilata Navîn pêk bîne serî li hemû rêbazên şerê qirêj û hovane dide. Dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî wek dewamiya komploya 15’ê Sibatê û destpêka vê peyamê bû. Lê van êrîşên hovane yekîtiya gelan hîn xurtir kir. Di rastiya Berxwedana Rûmetê de gelê me bi yek dengî dijberiya xwe li hemberî vê dagirkeriyê bilind kir. Ev jî rastiya hêz û serkeftina gelan bû. Em weke hêzên parastina pergala civaka demokratîk dibêjin, heya em fikir û felsefeya jiyana azad ya Rêber APO, mayînde nekin, wê tekoşîna me heya serkeftinê berdewam bike.

Li ser vê bingehê, em careke din komploya navdewletî ya li hemberî Rêber APO hate kirin bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin. Hemû tekoşînvanên di xeta azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîrtînin û soza mezinkirina tekoşînê û avakirina jiyana azad ji hemû jinan û gelan re nû dikin.

Fermanariya Giştî Ya YPJ

15.02.2020

 

 

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button