Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

 

Em di sêyemîn salvegera komkujiya Qereçoxê de, tevahî şehîdên qereçox û hemû şehîdên ku di xeta azadiyê de bi fedekariyeke mezin hetanî dawî li berxwe dane, bi kedek mezin ji bona parastina gel û welatê xwe, canê xwe feda kirine, em bi dildariyeke mezin wan bi bîrtînin û careke din soza xwe li hemberî egîdbûn û qehermaniya wan nû dikin.

Salên ku me li pey xwe hiştin salên gelek girîng û bi wate bûn. Salên destkeftiyên dîrokî yê şoreşa me bûn. Lê bêguman yek sal jî bi hêsanî derbas nebû. Li hemberî her destkeftî û serkeftineke gelê me, êrîşeke xedar pêkhatiye. Her carê bi saya sekna jina azad û hevgirtina gelên Ereb-Kurd û gelên din ên herêmê ev plan û rêbazên hovîtiyê vala derketin. Bi hezaran jinên ku li benda azadiya xwe bûn ji tarîtiya çeteyên DAİŞ’ê hatin rizgarkirin û dengê berxwedana jinan li wir hîn bilintir bû. Îradeya herî ku mirovahiyê pê bawer kir hêza şervanên me yên YPJ-YPG û QSD bû. Di demeke ku me dest bi pêngavên dîrokî yên şikandina hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê kiribû, dewleta Tirk, ji bo pêşî li deskeftiyên me û yên tevahî gelên herêmê bigre, vê carê berê êrîşên xwe da dezgeh û biryargehên me yên leşkerî. Di sala 2017’an, di şeva 24′ Nîsanê de çiyayê Qerçoxê bû hedefa hêzên dagirker. Bêguman bi vê êrîşê re hem rûyê hêzên ku piştgiriya DAİŞ’ê dikin derkete holê, hem jî baş hate fam kirin ku wê êrîşên li dijî gelê me ji salên borî dijwartir bibin. Ango êdî yekser wê dewletên mezin tevî teknîka xwe ya herî modern êrîşê bibin ser welatê me û dest bi dagirkeriyeke mezin bikin.

Me bi dehan rêhevalên xwe yên ku li bajarê Serêkaniyê, Kobanî û Efrînê ji bo parastina gelê xwe fedekarî û kedeke mezin dabûn, di êrîşa Qereçoxê de wenda kir. Her yek ji wan bû sembol û mîrasekî bê hesab kirin malê dîrokê. Mîna heval Ararat, Jiyan û Rûstem, bi rihekî fedaî û bi seknek bi biryar di şerê Kobanê de cih giritibûn. Her wiha rêhevalên me Şîlan Botan, Haqî Bagok û Rewan Gênco ku endamên ragihandina leşkerî bûn, bi wêrekiyeke mezin di her pêngavê de berê objektîfên xwe dabûn rastiya hovîtiya hêzên dagirker. Her yek ji wan di pêşxistina nûçegihaniya şer de kedeke mezin dabûn. Heval Nuda, Sozdar, Awaz, Zîlan, Destan, Arjîn û Şîlan Kobanê jî bi dilpakî û eşqa jiyana azad û welatê xwe, di qadên cuda yên şer de cih girtibûn. Her yek ji wan bi erk û berpirsyariyên mezin rabûbûn û bûbûn parçeyek ji şoreşa mirovahiyê.

Îro di encama hevkariya navdewletî ya hêzên komploger, di pêşengiya dewleta Tirk a dagirker de bajarên me Efrîn, Til Ebyad û Serêkaniyê piştî şerekî giran hatine dagirkirin. Bêguman armanca hêzên komploger, dagirkirina tevahî Rojava û herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê bû, lê di encama berxwedana bêhempa ya şervanên me, dîsa ji ber irsara gel a mayîna li ser xaka xwe, ev plana wan weke dixwestin pêk nehat. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk pêngava Berxwedana Rûmetê hemû mirovahî rakir ser piyan. Bi sekna şervanên me û bi vê rabûna giranbûha ya gelan hat nîşan dan ku êrîş çiqas giran dibe bila bibe, lê dengê ku serbikeve, dengê gelên azadîxwaze. Şervanên me yên YPJ-YPG û QSD jî bi vê zanebûnê heya roja îro di eniyên herî pêş de ji bo azadiya gelê xwe canê xwe kirine mertal. Ev sekna bi rûmeta dildariya bi şehîdên Qereçox û ya bi tevahî şehîdên şoreşê re ye.

Lê gef, tehdît û êrîşên li ser herêmê bi dawî nebûne û wê berdewam bikin. Wê hêzên komploger careke din bixwazin êrîşên dagirkeriyê li hemberî gelê me û hêzên me pêk bînin. Ji bo wê jî pêwîste di her qada me ya tekoşînê de hişyarî û berxwedaniya li hemberî vê dagirkeriyê hebe. Bi vê zanebûnê tevgerîn, xwe amadekirin, kar û xebat meşandin pir girînge.

Îro komkujiya Qereçoxê 3 sal li pey xwe hişt. Ew hovîtî ti carî nehate ji bîrkirin. Me bi dehan rêhevalên xwe yên giranbiha di wir de wenda kir. Ji ber wê em weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ careke din ji gelê xwe re dibêjin, emê hesabê her êrîş û komkujiyê ji dijminê xwe bipirsin. Emê tola gelê xwe û ya tevahî mirovahiyê hilînin. Careke din em li hemberî şehîdên Qerçoxê soza xwe nû dikin ku emê jiyaneke mayînde ya azad û aram diyarî gel û tevahî jinan bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

24 Nîsan 2020

Gotarên Têkildar

Back to top button