Şoreşa me şoreşeke exlaqî û wijdanî ye

106

 

Şervan Zîlan Şam di sala 2018’an de tev li nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Zîlan Şam destnîşan dike ku di destpêka şoreşa Sûriyê de bi malbatî gelek azar kişandine û piştî ku koçberî Helebê bûne, biryar daye ku tev li YPJ’ê bibe.

Zîlan Şam wiha behsa serpêhatiya xwe ya tevlêbûnê dike: “Sedema tevlêbûna min; dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, ji ber aloziyê ez û malbata xwe, em neçar man ku koçberî bajarê Helebê bibin.  Piştî demekê em derbasî Minbicê bûn û li wir ez tev li YPJ’ê bûm. Dema ku min şervanên YPJ’ê dîtin, hesteke cuda kete hundirê min û min xwest tev lê bibim. Lewre min nedizanî mirovekî wekî rêber Apo heye û vê şoreşê bi rê ve dibe.”

Zîlan Şam destnîşn dike ku hedef û armanca wê ya yekmîn ew e ku tola şehîdan rake û wiha pê de diçe: “Lê dema ku ez hatim tev lê bûm, min gelek tiştên cuda dîtin û fêr bûm, wekî rastiya şoreşê ku bi serkêşiya jinan tê hûnandin. Vê zêde bala min kişand. Xwesteka min jî ev bû ku ez hemû jinan ji tarîtiyê xilas bikim û rêber Apo rizgar bikim, ev ji bo min esasek e ku ez bibim xwediya van xalên girîng.”

Zîlan di berdewama axaftina xwe de balê dikişîne ser dilsoziya xwe ya têkoşînê û wiha berdewam dike: “Herî zêde tişta ku min bêhtir dide girêdan, hevaltiya hevalan û jiyana YPJ’ê ye ku bi yek ruhî di nava têkoşînê de xwedî roleke esasî ne. Ev ruhê serkeftî dihêle ku ez bêhtir tev lê bibim û têkoşîna xwe xurttir bikim. Ya ku min nas nedikir û min paşê nas kir, felsefeya ku edaletê di nava mirovahiyê de ji bo parastin û lêgerîna heqîqetê, ramanên rêber Apo ne.”

Zîlan Şam di dawiya axaftina xwe de bang li jinan dike û wiha lê zêde dike: “Banga min ji bo hemû jinan û bi taybet jinên Ereb; werin tev li nava refên YPJ’ê bibin. Ji ber ev şoreş, şoreşeke exlaqî û wijdanî ye. Piştî ku ez tev lê bûm, min gelek rastî di vir de dîtin û bi rastiyan re ez gihaştim heqîqeta rêxistinê. Lewma her kes dikare were cihê xwe di nav de bigire û rastiya xwe di cewherê wê de pênase bike.”